Cejna Vejînê bi şahiyan hat pîroz kirin

Sêşem 12 Kanûn 2023 - 00:38

Pîrozbahiyên salvegera damezirandina PKK’ê ya 45’an dewam dikin. Li bajarên Hambûrg û Maînzê yên Elmanyayê damezirandina PKK’ê bi şahiyan hate pîroz kirin.

Pîrozbahiya li taxa Harburg a bajarê Hambûrgê bi rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gotk li vir axivî û da zanîn ku Tevgera PKK’ê ji bo gelê Kurd ronesans e û got, bi têkoşîna xwe ya azadiyê gelê Kurd bi hezaran ewladên xwe, şehîd dan. Paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan a konfederalîzma demokratîk ne bi tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahî gelan mizgîniya azadiyê ye û ji bo pêkanîna vê jî xelkê Kurd hercure berdêl dane pêş çavên xwe. Gok destnîşan kir ku yek ji qadên girîng a tekoşîna azadiyê Ewrûpaye û bang li herkesê kir ku xwedî li têkoşînê û saziyên xwe derkevin. Piştî axaftinan hunermend Alî Jiyan, Serhedo û Nûarîn derketin ser dikê. Beşdaran bi govendê damezirandina PKK’ê pîroz kirin û piştre li govenda Sîpan Amara temaşe kirin. Pîrozbahî bi dirûşmeyan bidawî bû. 

Ji bajarên Maînz, Frankfûrt, Offenbach, Hanaû û bajarên derdor bi sedan Kurd û dostên xwe tevlî şahiya salvegera 45’an a PKK’ê bûn. Siyasetmedar û nivîskar Mehmet Aktaş, nûnerê PJAK’ê Abdollah Mustafa Sultanî û nûnerê HBDH’ê axaftin kirin û gotin; li hemberî hemû êrişên qirkirin û tinekirinê yên dewleta Tirk, PKK û gelê Kurd xwedî berxwedaneke dîrokî ne. Piştre hunermend Koma Sê Deng, Seher Stran, Ayhan Aldanmaz û hunermendê repê S. Castro û koma xwe, Hozan Zana û Hozan Kawa derketin ser dikê û stranên Kurmancî û Kirmanckî gotin. Şahî heta derengiya şevê, bi gerandina govendê dewam kir. 

Şahiya Cejnê li Avusturya û Fransa

Di çarçoveya pîrozbahiyên salvegera damezrandinê ya 45'emîn a PKK'ê de Kurd tevî dostên xwe li Viyanayê li hev kom bûn û pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" silav kirin. Di pîrozbahiyê de bi navê Defend Kurdistan axaftin hate kirin û komploya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan weke komployeke li dijî gelan hate pênasekirin. Her wiha hate gotin, "Zêdeyî 30 meh in em nikarin agahiyê ji Rêber Apo werbigirin. Dewleta Tirk hewl dide ronahiya hêviyê ya cîhanê vemirîne. Lê wê ti carî nikaribe vê pêk bîne." Endamê Dîwana FEYKOM'ê Halîs Gimgim jî bal bire ser pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û got, "Divê her kes xwedî li vê pêngavê derkeve."

Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek jî got, "Fikrê Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav dibe. Dibe ku ji aliyê fîzîkî ve tecrîdkirî be lê belê ji aliyê fikir û nêrînê ve li her deverê ye." Ji bo tevlîbûna li pêngavê bang li her kesî kir.

Di pîrozbahiyê de FEYKOM'ê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest bi kampanya îmzeyan kir û îmzeyên bêne komkirin wê pêşkêşî hikumetê bêne kirin. Di şahiyê de di çarçoveya çalakiyên 'Roja Pirtûkên Ocalan' de pirtûkên Rêber hatin nîşandan. Hozan Comerd, Hozan Arîana, Berfîn Aktay, Hozan Axîn û Koma Rojava hunera xwe pêşkêş kirin.

Kurd û dostên wan ên li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê jî, 45’emîn salvegera damezrandina PKK'ê bi şahiyekê pîroz kirin.

Di şahiyê de ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin.

Di axaftinan de behsa girîngiya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî“ hat kirin. Qisekaran çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê jî silav kirin û xwestin her kes bibin dengê çalakgeran. Piştî axaftinan hunermend Kawa Urmiye, Zozan û Azad Karahan derketin li ser dikê. Şahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.