Cejna Pîrşalyar li Hewraman

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 1 Sibat 2024 - 02:55

DINYA NEZERÎ / NÛJINHA / SINE

Her sal li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, Cejna Pîrşalyar bi şahiyan tê pîrozkirin. Ev cejn sê rojan berdewam dike. Cejna Pîrşalyar li Rojhilatê Kurdistanê di çarşema serê Sibatê de tê pîrozkirin û sê rojan didome. Ev cejn li ser navê Pîrşalyar ê ku ji 99 Zerdeştiyan e; di dema ketina cemreyan (sotik) a hewa, av û axê de, salê du caran tê pîrozkirin. Cejna Pîrşalyar, a li Hewremanê dest pê kir; li Sine, Kirmanşah, Merîwan, Pawe, Ciwanro, Bane, Seqiz, Tehran û bajarên li bakurê Îranê, bajarên herêma federal a Kurdistanê Silêmaniye, Hewlêr û Kelarê jî tê pîrozkirin û gelek kes berê xwe didin Hewremanê.

30’ê Çileyê, cejna Pîrşalyar li Hewreman dest pê kir û bi gelek çalakiyên cur be cur tê pîrozkirin. Di roja yekem a cejna Pîrşalyar de zarok dest bi komkirina şekiran dikin û çente û poşetên xwe digrin destên xwe li kuçe û kolanên Hewremanê digerin û jin jî xwarin û şîrînahiyê çêdikin, didin zarokan.

Di roja yekem a cejnê de xelkê Hewramanê xwe ji bo merasîma sereke amade dikin, gelek mêvan û geştiyar ji bo beşdarî cejnê bibin, berê xwe didin Hewraman. Xelkên navçeyê jî bi coşeke mezin cejnê pêşwazî dikin. Wênegir û rojnamevanên li seranserê cîhan û Îranê di van sê rojan de amade dibin û kêlî bi kêlî cejnê dişopînin. Yek ji zarokên Hewremanê Jawan Ehmed wiha behsa cejnê kir: “Îro roja yekem a cejna Pîrşalyar e divê rojê de em digerin û xelk jî xwarin û şîrînahî didin me. Di saet 3:00’ê piştî nîvroyê heta 5:00’ê êvarê derwêş diçin mizgefta mezin û li wê derê semaya erfanî dikin û roja pêncşemê bi heman awayî heta êvarê em li deriyê malan didin û da ku xwarin bigrin û piştre em vedigerin malê xwe ji bo roja din amade dikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.