- Êzîdiyên li Şengalê dest bi pîrozbahiyên Cejna Batîzmiyê kirin.
Êzîdiyên li Şengalê dest bi pîrozbahiyên Cejna Batîzmiyê kirin. Cejna Batîzmiyê heftiyekê wê dewam bike. Cejna Batîzmiyêli Şengalê ji aliyê Eşîra Çêlka ve tê pîrozkirin. Ev cejnekle taybet bi Êzîdiyên Torê û eşîrên ji Torê yên li Şengalê ye. Cejn ji bo Tawisî Melek be jî, jê re “Cejna Pîrê Arî/Alî” jî tê gotin.
Pîrê Arî wekî temsîla Tawisê Melek tê zanîn ku di Êzdayetiyê de serokê melayîketan e. Lewma Cejna Pîrê Arî (Batîzmî) ji bo 7 melayîketên xwedê, 7 rojan dewam dike. “Roja Paqijiyê (Cilşo)” ye. Roja duşem, sêşem û çarşemê jî rojî tê girtin. Lê roja dawiyê rojî heta nîvrojê ye. Piştî nîvrojê jî pîrozbahiya cejnê dest pê dike.
Roja çarşemê piştî nîvrojê “serbir” e, yanî her malbetek sewalekî serjê dike. Di heman demê de her malbatek serbirekî taybet ji bo “Pariyan” serjê dikin. Di seribiran de 7 hestî tên veqedandin û ji van re “Parî” tê gotin.
Li gorî baweriyê dema serbir tê serjêkirin, pêwîst e ev 7 hestî neyên şikandin û heta roja Şevberatê (şeva ku tu kes ranaze) bên parastin, jê nayê xwarin.
Paşê nanekî taybet ê bi navê “Sewik” tê çêkirin. Sewik bi hevîrtirşê ji mala Pîrê Çêlkan, tê çêkirin. Her malbatek, diçe mala Pîr û hevîrtirş tîne. Li ser Sewikan 12 nexşên ku temsîla 12 mehên sale ne, tên çêkirin.
Roja pêncşemê malbat pêşwaziya mêvanan dikin. Her mêvanek divê ji goşt û Sewikên malê bixwe. Heman rojê piştî nîvrojê jî malbat “Xwera” tînin malê. Xwera jî şîrînahiyeke taybet ji bo Cejna Batîzmê ye. Xwera ji aliyê Micêwir ê ji Eşîra Çêlka ve tê amadekirin û ji ardê ceh, kuncî û hêkên mirîşkan tê çêkirin. Ew tişta herî pîroz a cejnê ye û jê re dibêjin, “Xwerê Pîrê Arî”.
Roja dawî ya cejnê yekşem e. Di berbanga sibehê de, beriya ku roj hilê, malbat taştêya “Şêşims” amade dikin ji ser û piyên Serbirê pêk tê û li malên derdora xwe belav dikin. Roja Yekşemê piştî taştêya Şêşims, malbat dezî amade dikin. Dezî ji pembû ye, pirr zirav e. Tayekî deziyê sor û tayekî spî li hev tê hûnandin. Piştî dezî hat belavkirin, cejn nîvrojê bi dawî dibe û xwera tê rakirin.
ROJNEWS/ŞENGAL