Cegerxwîn bi bîr anîn

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 30 Hezîran 2022 - 21:03

  • Bi pêşengîtiya Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizirê, her çarşem li “Baxçeyê Xwendinê” semîner tên dayîn.

Bi pêşengîtiya Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizirê, her çarşem li “Baxçeyê Xwendinê” semîner tên dayîn. Vê carê keça seydayê Cegerxwîn, Suad Cegerxwîn ji rewşenbîran re behsa bavê xwe kir. 

Suad Cegerxwîn di destpêkê de bextewariya xwe ji bajarê Qamişlo û gelê Qamişlo îfade kir. Wê got, bavê wê Seydayê Cegerxwîn digot;

“Qamişloka Evînê”. Wê wiha behsa zehmetiyên bavê xwe jî kir: “Dema Cegerxwîn li gelek cihên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê xwendina xwe ya medrese didomand, wî êş û azarên gelê Kurd ji nêzîk ve dîtin û navê Cegerxwîn li xwe kir. Jiyana Kurdan û zor û zehmetiyên jiyana wî, bi xwe ew xistine nava nakokiyên hundirîn. Cegerxwîn ji sala 1924’an û pê de dest bi nivîsandina helbestan kir. Piştî têkçûna Serhildana Şex Seîd, hestên neteweyî yên Cegerxwîn gur bûn û ew bû endamê rêxistina Xoybûnê. Wî di 24 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan di kovara Hawarê de kir. Dilnermiya wî û mirovaniya wî û xwendina wî ya medresê bûn sedem ku ew berhemên wî yên ku bîna berhemên wêjeya klasîka Kurd ji wan tê, peyda bibin.”

‘Nîşaneyeke neteweyî ye’

Suad Cegerxwîn behsa rêwitiya bavê xwe ya li Iraqê jî kir û got, “Cegerxwîn bi dil û can hewl dida piştgiriya têkoşîna azadiya gelê Kurd bike.

Wek mînak, di dema muxtariya sala 1961’ê de li Başûrê Kurdistanê wî li zanîngeha Bexdayê beşê zimanê Kurmancî vekir. Ji bilî vê, wî bernameya çanda Kurd di radyoya Bexdayê de amade dikir. Ji sala 1959'an heta sala 1963’an, Cegerxwîn li Bexdayê dima. Heşt dîwanên Cegerxwîn yên helbestan hatine weşandin, her wiha wî pirtûka bi navê “Tarîxa Kurdistanê”, ferhengeke zimanê Kurdî û pirtûkên li ser folklora Kurdî çêkirine. Bi kar û barê xwe û bi berhemên xwe Cegerxwîn di ronakkirina girseyên li Kurdistanê de bi roleke gelekî mezin rabûye. Mirov dikare wî mîna nîşaneyeke neteweyî bibîne.”

Suad Cegerxwîn wefata Seydayê Cegerxwîn jî kir: “Cegerxwîn para bêhtir jiyana xwe li Qamişlo bihurand, lê paşê mecbûr ma ku dev ji welatê xwe berde û here Stockholmê. 22’ê Cotmehê sala 1984’an Seydayê Cegerxwîn çû ber dilovaniya xwedê. Cegerxwîn li hewşa mala xwe ya li Qamişloyê bi tevlîbûna dehhezaran Kurdên hezkiriyê helbestên wî, hate veşartin."

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.