Çayxaneya ya Çandî ya Soran

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 21 Adar 2023 - 09:45

Çayxaneya Çandî ya Soran bûye cihek ji bo kombûna nivîskar, rewşenbîr, hunermend û xelkê navçeya Soran. Li gorî gotina hunermendên bajêr, ji ber nebûna navendeke rewşenbîrî, ev çayxane bûye navendeke çalakiyên hunerî.

Di sala 2018’an de ciwanekî devera Balekayetî ku li navçeya Soran dimîne, Çayxaneya Çandî ya Soran vekir. Çayxane bi kelûpelên çand û hunerî yên Kurdî hatiye xemilandin. Çayxaneyê bala welatiyên bajêr û geştiyaran kişandiye ser xwe. Ev çayxane li bajêr take çayxaneya hunerî ye, piraniya welatiyan ji ber ciwanî û dîmenê wê yê bi çanda Kurdewarî hatiye xemilandin, diçin serdana wê. Çayxane bûye cihekî civînên rojnamevan, rewşenbîr û hunermendên Soran.

Hunermendê naskirî yê devera Soran, Welîd Doskî tevlî çalakiyên hunerî û rewşenbîrî yên li Çayxaneya Çandî ya Soran dibe. Ew dibêje, “Navçeya Soran di warê huner û rewşenbîriyê de di paş de maye û ti tevgerek lê nîne. Ji berê ve me çalakiyên cuda cuda lidardixistin. Lê nizanim çima niha kes giringiyê bi kerta hunerî û rewşenbîrî ya bajêr nade.”

ROJNEWS/SORAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.