Li navçeya Kanîreşê jina bi navê R.O. ji ber ku çawişê pispor Ferhat K. da pey zarokê wê nerazîbûn nîşanî wî da. Li ser vê yekê çawişê pispor Ferhat K. gefa kuştinê li R.O. xwariye û paşê jî lê daye.  

Li Malên Turgut Ozal ên TOKÎ ya Navçeya Kanîreşê ya girêdayî Çewligê çawişê pispor Ferhat K. da pey zarokên di heman avahiyê de rûdiniştin û li jêrzemînê dilîstin. Li gorî agahiyan; zarokek tirsiyaye û bezîya cem dayika xwe ya li ber deriyê  avahiyê rûniştîbû. Li ser vê yekê dayika zarok R.O. nerazîbûn nîşanî çawişê pispor Ferhat K. da. Lê Fehat K. ji ber nerazîbûna R.O. pêşî gefa kuştinê lê xwar û piştre lê daye. R.O. rakirin nexwêşxaneyê û li vir rapora lêdanê girt û her wiha çawişê pispor gilî kir.

JINNEWS/ÇEWLÎK