Çavkaniyek li ser dîroka Rewandizê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 21 Çile 2023 - 04:01

Pirtûkek li ser dîroka bajarokê Rewandizê hat çapkirin, di pirtûkê de 315 belgeyên serdema Osmanî hene yên ku behsa alimên dînî, binemal, qeymeqaman û xwestekên gel ên wê demê dike. Di pirtûkê de behsa gelek mijarên giring ên dîrokî yên bajêr jê tê kirin ku heta niha bi wan nedihat zanîn.

Pirtûk bi navê ‘Rewandiz di belgeyên dewleta Osmanî de’ derçûye û nivîskarê wê Serokê Zanîngeha Cîhan, Dr Newzad Yehya Bacgir e. Di pirtûkê de behsa bûyerên navbera salên 1846- 1919’an tê kirin. Yanî dîroka 75 salan a Rewandizê di pirtûkê de ne. Dîroknas û lêkoler dikarin wek çavkaniyên dîrokî bikarbînin.

Di yekê ji belgeyan de dibistana Ruşdi ya li Rewandizê ya ku di sala 1968’an de hatiye avakirin û navên mamostayên wê dibistanê jî hene. Lê ji beriya niha di hin belgeyan de dihat gotin, ew dibistan sala 1890’î hatiye avakirin. Belgeyê derxist holê ku dîroka avakirina wê dibistanê kevintir e. Li gorî heman belgeyan, hingê li Rewandizê pirsgirêka kêmaviyê hebû, piştre qeymeqamê wê demê yê Rewandizê biryar daye avê ji çavkaniya Geliyê Mêgir bînin. Niha jî welatiyên Rewandizê sudê ji wê avê dibînin.

Li gorî belgeyên serdema Osmanî, li Rewandizê nexweşiya Kolera belav bûye, gelek kes ji ber wê nexweşiyê mirine. Her wiha di belgeyan de tê diyarkirin ku mamostayên dibistana Ruşdiye mûçeyên xwe wernegirtine û pirsgirêkên wan hebûne. Di belgeyan de navên bi dehan alimên dînî û kesayetên wê demê jî hene. Di nava wan de jî Mestî Şair heye; Mîr Mihemed Paşayê Rewandizê ew xelat kiribû.

 

Hewlêr bi Koy û Rewandizê şên dibe

Mamoste û nivîskarê wêje û dîrokê, Yasîn Îbrahîm li ser kitêbê got, “Ev pirtûkeke giring û baş e gelek zanyariyên nû tê de hene. Ev jî dikare ji bo wan kesên ku dixwazin li ser dîroka Rewandizê lêkolînê bikin, bibe çavkaniyek.” Di dewamê de Mamoste Yasîn da zanîn ku Rewandiz û Koye du navçeyên mezin ên dîrokî ne, bi taybetî jî di warê wêje û huner de. Yasîn got, “Heger mirov dîroka Koye û Rewandiz ji nav dîroka Hewlêrê derxe, Hewlêr zêde tiştek jê re namîne. Yanî Koye û Rewandizê beşeke mezin û giring a dîroka bajarê Hewlêrê pêk aniye.”

 

Pêdivî bi muzexaneyê heye

Derbarê mijarê de Rêvebera Pirtûkxaneya Giştî ya Rewandizê, Nezîre Simko jî axivî û got, “Pêwîst e mûzexaneyek were vekirin da ku di wê mûzexaneyê de dîroka bajarê me ji geştiyaran û xelkê biyanî re were vegotin û nifşê nû jî dîroka Rewandizê bizane.” Nezîre Simko da zanîn ku ji ber sê caran pirtûkxaneya giştî ya Rewandizê hatiye şewitandin, beşek ji belge û destnivîsên dîrokî tine bûne. Ji bona wê arşîvxane yan jî muzexaneyek ji bo Rewandizê pêwîst e.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.