Çavên zarokê Şengalî xelat wergirt

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 8 Tebax 2022 - 21:09

  • Li Galeriya Tretikovskayê ya Moskovê ya li paytexta Rûsyayê di 7’ê Tebaxê de merasîma bidawîbûna Pêşangeha Hunerên Hevçax a Navneteweyî pêk hat. 

Di pêşangeha navneteweyî ya li Galeriya Tretikovskayê ya li Moskovê de berhema wênegirê ji Rojava, Alan Roj a bi navê ‘Çavên Zarokekî ji Şengalê’ xelata sêyemîniyê wergirt.       

Li Galeriya Tretikovskayê ya Moskovê ya li paytexta Rûsyayê di 7’ê Tebaxê de merasîma bidawîbûna Pêşangeha Hunerên Hevçax a Navneteweyî pêk hat. Pêşangeh bi piştgiriya Şaredariya Moskovê, Yekitiya Hunermendan a Rûsyayê, Yekitiya Hunermendan a Ewrasyayê, Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê ya Rûsyayê hate organîzekirin.

Ji Rûsya, Sûrî, Îsraîl, Çîn, Swêd, Ermenistan, Qazaxistan, Azerbeycan û gelek welatên din qederê hezar berhemên wênegiriyê beşdarî pêşbirkê bûn. Li ser navê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Federasyona Rûsyayê jî wênegir Alan Roj bi berhema xwe ya bi navê "Çavên Zarokekî ji Şengalê" di pêşbirkê de xelata sêyemîniyê wergirt.

Alan Roj di pêşangeha navneteweyî ya li Saint Petersburgê jî bûbû duyemîn û fotografên wî li Moskovê û çend bajarên din ên Rûsyayê hatibûn nîşandan.

Taybetmendiya berhemên Alan Roj ew e ku bi dîmeneke biçûk û kêliyekê di cih de, geh çavên zarokekê, geh ken û awirên jinekê, geh rûyê kal û pîrekê bi hostetî dikare behsa rewşa herêmê û alozî û serpêhatiyên wê bike.

ANHA/MOSKOV

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.