Çavên xweşik û rûyên ji kevir

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 24 Tebax 2021 - 03:00

“I see faces” (Rûyan dibînim) navê koleksiyona hunermend Ilan Adar e. Ev koleksiyona Ilan Adar ji keviran pêk tê û bi keviran rûyên mirovan çêdike. Tenê ne rû her wiha ew çavên xweşik jî çêdike.

Ilan Adar li peravên behrê keviran kom dike û bi van keviran portreyên mirovan çêdike. Piştî ew bi keviran portreyan çêdike, wêneyên wan jî digire û wek bibîranîn li koleksiyona xwe zêde dike.

Ilan Adar dibêje, kevirên li peravên behrê, sî û ronahiya wan formûleke baş e ji bo min. Xweza her roj tiştekî nû tîne ji min re. Ez her roj formeke hunerî diceribînim û bi van forman dixebitim, cureyên keviran pirr in ji lewma jî rê li ber min vedikin ku tiştên di xeyalên xwe de disêwirînim, çêkim. Ev kevir dihêlin ku portreyên xweşik çêkim.

Koleksiyona Ilan Adar a ku ji keviran pêk tê balkêş e. Nexasim jî ew ji bo çavan baş çêke, kevirên xweşik hildibijêre û bi van kevirên rengoyî portreyên xwe temam dike. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.