• Kanala duyem a fermî ya dewleta Elman ZDF’ê eşkere kir ku kemaraya balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk ”Bayraktar” malê fîrmeyeke Elman e.

Kanala duyem a fermî ya dewleta Elman ZDF’ê eşkere kir ku kemaraya balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk ”Bayraktar” malê fîrmeyeke Elman e.

Dewleta Tirk îdîa dike ku ”Bayraktar”  bi temamî malê Tirkiyê ye. Berê jî derketibû holê ku gelek parçeyên van mekîneyên komkujiyan ji welatên cihê tên kirrîn. Heta sîstema lihedefêasêbûnê ya bombeyên wê jî ji Elmanyayê bû. Niha kanala dewletê ZDF’ê di bernameya Frontal de eşkere kir ku çavên vê sîleha komkujer jî Elman in. 

Bernameya Frontal li ser parçeyên balafirê yên ku ji Elmanyayê tên kirrîn rawestiya û eşkere kir ku kameraya balafirê, yanî parçeyê herî sereke yê ”Bayraktarê” ji Elmanyayê tê kirrîn.

Mekîneya komkujiyan

Di bernameyê de komkujiyên ku dewleta Tirk bi ”Bayraktar”an li Kurdistanê dike jî hatin nîşandan û hate gotin, dewleta Tirk 17’ê Tebaxa 2021’ê li Şengalê komkujiyek kirye û di encama êrişa li dijî nexweşxaneya Sikêniyê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 4 kes jî birîndar bûbûn.

Mirin hosteyek e ji Elmanyayê

Di bernameyê de behsa “sirreke” drona çekdar a Tirkan hat kirin. bernameyê got, ev sirê jî Argos 2 ye. Argos 2 çavekî elektronîk ê sîstema şer e. Fîrmaya Elman, Hensoldt vî çavê mirinê çêdike. A rastî fîrmeyek çêdike ku ser bi vê fîrmeyê ye. 

Ji Green Peace Alexander Lûrz dibêje, şirketeke ser bi fîrmaya Elman Hensoldtê vî çavê mirinê yê hoste, li Efrîkaya Başûr çêdike. ev sîstema kamerayê jî tenê ji bo droneyên Tirk tê hilberînkirin. 

Di bernameyê de wekî din derdikeve holê ku li ser droneyên ku dewleta Tirk firotine welatên weke Azerbeycan, Yemen û wekîn din jî kameraya Argos a Elman heye.

Teknîka şer ji bo dîktatoran

Agos 2 eşkere di bernameyê de weke “teknîka şer ji bo dîktatoran” tê pistrastkirin, ji ber ku ev drone bi vî çavê kuştinê li Azerbeycan û Yemenê tên bikaranîn.

Gava bername ji şirketa Hensoldtê dipirse, ka ew vê teknîkê difiroşin dîktatoran, ew di bersiva xwe de dibêje, fîrmeyeke ser bi wan li Efrîkaya Başûr Agos 2 çêdike û ew baweriyê bi miştiriyê xwe tînin. 

NAVENDA NÛÇEYAN