Çareserî projeya Ocalan e

Çarşem 2 Tebax 2023 - 13:52

Peymanên Lozan û Sykes-Picot Kurdistan û dewletên Ereban parçe kirin û netewdewletên erebî-tirkî-cihû ava kirin. Armanc ew bû ku di navbera pêkhateyên herêmê de şer derxin.

Ji bo sekinandina pîlanên ku Rojhilata Navîn parçe kirin, Rêber Abdullah Ocalan banga pêkanîna lozaneke nû (Lozana Civakî) ya gelan a li ser esasê yekitiya hemû gelên Rojhilata Navîn, di çarçoveya konfederalîzma demokratîk a Rojhilata Navîn de û dijberî Peymana Lozanê kir.

Têkildarî mijarê, mamosteyê dîrokê yê Zanîngeha El Ezher Mehmûd Zayid ji ajansa me re axivî û diyar kir ku rewş û tecrubeyên berê yên li herêma Rojhilata Navîn piştî derbasbûna zêdetirî 100 salî di ser peymanên Sykes-Picot, Lozan, San Remo û yên mîna wan re, binketine û got: “Bi wan peymanan herêma Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên emperyalîzmê yên rojavayî hate parçekirin, blokên neteweperestî yên alîgirên wan hatin avakirin, di encamê herêm li paş ma, hat parçekirin û şerên siyasî yên xwîndar hatin mayîndekirin.”

Lazim e herêm rizgar bibe

Li gorî Mehmûd Zayid, li herêmê û cîhanê projeyeke nû ya reformê ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hat derxistin ku dûrî pergalên dewletên herêmê û berjewendiyên hêzên mezin bû, dijberî Sykes-Picot ‎û Lozanê bû û wiha dewam kir:“Di vê projeyê de li ser asta ferd, civak û sîstemê bêyî ku cudabûna etnîk, ol û mezheb di ber çavan re bê girtin, guhertina giştî tê esasgirtin, an ku bi 'neteweya demokratîk' li 'Rojhilata Navîn a Demokratîk' tê nasîn. Ev proje bi hemû hêza xwe li hember projeya rojavayî ya bi navê Rojhilata Navîn a Mezin disekine, ku bi rêya Emerîka û welatên rojavayî, hin dewletên Rojhilata Navîn, Rojhilata Navîn wekî dewletên erkdar ji bo berfirehkirina serwerî û hegemoniya rojavayî li herêmê bi kar tînin. Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk a ku birêz Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, yek ji girîngtirîn projeyên avakirina pergaleke demokratîk a pêşketî di nava hemû pêkhateyên herêma Rojhilata Navîn de ye. Ji bo cîhaneke demokratîk ya nû û ji bo bidawîkirina krîzên li herêmê, nimûne ye. Tecrûbeya pratîk a niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî hemû astengiyan siyasî, civakî û siyasî yên ji hundir û derve (pergala Erdogan a zordest) ku bi şev û roj ji bo têkbirina wê kar dike jî, pratîka projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk e.”

Zayid bang kir ku xwedî li projeya Rêber Abdullah Ocalan bê derketin û got:"Eger Rojhilata Navîn dixwaze krîzên xwe çareser bike, divê xwe ji peymanên Sykes-Picot ‎û Lozanê rizgar bike û xwe bispêre projeyeke nû ku tê de pêşketinê ji gelên herêmê re tîne." Zayid anî ziman ku pêdiviya herêmê bi têgihîştina der barê Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk û hêza wê ya peydakirina dewleteke nîştimanî ya adil de heye û got: “Lewma, divê gelek navendên pratîk ên rewşebîrî û zanakirinê bên avakirin."

ANHA/GÎVARA ŞÊX NÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.