Çareserî bi ramanên Ocalan e

Sêşem 23 Tîrmeh 2024 - 00:49

Înîsiyatîfa Erebî Ji Bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, bi hevkariya Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, têkildarî doza Filistînê êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê û rêyên çareseriyê komxebatek lidar xist. Komxebat li ser 2 beşan bi rêya zoomê pêk hat û gelek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedarên Kurd û Ereb ên ji Misir, Sûriye, Erebîstana Siûdî, Îmarat, Filistîn û Lubnanê beşar bûn. Di beşa yekemîn de kokên doza Filistînê û aloziyên girêdayî wê, di beşa duyemîn de jî rêyên çareseriyê hatin gotûbêjkirin, pêşniyar hatin kirin.

Nivîskar û rojnamevanê Misrî Îlham Milîcî ku beşa yekemîn birêve bir, kurtedîroka Înîsiyatîfa Erebî Ji Bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a ji aliyê rewşenbîr û rojnamevanên Misrî ve hatiye avakirin vegot. Milîcî diyar kir ku endamên înîsiyatîfê li ser edaletiya ramanên Rêber Abdullah Ocalan hemfikir in.

Milîcî, piştre pêvajoyên girîng ên şerê Ereb-Îsraîlê vegotin.

Piştre Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê Endezyar Behaudîn Şaban axivî û bal bire ser projeya siyonîstî û aloziya Îsraîl-Filistînê. Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Guhertinê (Reformê) ya Sûriyeyê Profesor Emced Osman jî got divê bê fêmkirin ku doza Filistînê li gorî nêrînên siyasetmedarên Ereb ên herêmê tê şîrovekirin û ji derveyî vê çarçoveyê helwestek nayê nîşandan. Rewşenbîrê Filistînî Dr. Eymen El Reqib jî behsa Samîtiyê û pênaseya wê kir û da zanîn ku piştî 7’ê Cotmehê doza Filistînê dîsa ketiye rojeva cîhanê û êdî cîhan di wê baweriyê de ye ku divê ev alozî bê çareserkirin.

Bi ramanên wî çareserî pêkan e

Balyozê Berê yê Misirê li Iraq û Lubnanê Şerîf Şahîn jî destnîşan kir ku tenê bi rêya ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê neteweya demokratîk an jî dewleta demokratîk, pirsgirêk dikare were çareserkirin. 

Paşê Edîtorê Kovara El-Şerq El-dEmokrasî Mamoste Selehedîn Mûslim axivî û bal kişand ku xalên ku dozên Kurd û Filîstînê nêzî hev dikin û got:“Herdu doz li Rojhilata Navîn dirêjtirîn doz in û siyaseta qirkirinê li ser van gelan tê meşandin.”

Doktor û Lêkolînerê Siyaseta Nasnameyê û Karûbarên Rojhilata Navîn Taha Elî jî ev tişt anîn ziman:“Ev şerekî şaristanî ye. Rewşa heyî, encamên pêla cîhanî yên tundraw e. Li Rojhilata Navîn girîngiya zindîkirina xeta çep heye da ku li ser asta cîhanê yan jî herêmê rastgirî ji holê rabe. Ev bi xwe jî kêmasiyeke ku ramanên Abdullah Ocalan wê çareser dike ye.”

Doktor û lêkolînerê Dîroka Îslamî yê Misrî Elî Ebû El-Xêr jî îşatet bi girîngiya têgeha Neteweya Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan kir û got:“Naskirina wê û piştgiriya têkoşîna gelê Filistînê xalên girîng in. Eger Kurd mafên xwe bi dest xistin û yekitiya xwe ava kirin, dikarin têkildarî parastina doza Filistînê bi dewletên Erebî re alîkar bin. Mamoste, Siyasetmedar û Çalakvanê Mafê Mirovan a Sûdanî Nîmet Kûkû Mihemed jî anî ziman ku ew tevli fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî olan dibe û got:“Li aliyê din bandorên siyasî û aborî yên di aloziya Filistînê de dihêle em van xalan lêkolîn bikin da ku em bikaribin hişmendiyeke civakî ava bikin.

Mamoste û Lêkolînerê Karûberên Rojhilata Navîn Hanî El Cemel ê Misrî jî bal bire ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan û got: “Dibe ku ramanên Abdullah Ocalan herêmê ji rewşa ku niha tê de ye cudatir bike. Mînaka wê jî proje û modêla Rêveberiya Xweser a li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.