EYLEM AKDAG- MEHMET GULEŞ / MA / AMED
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren diyar kir ku dewlet li ser înkarkirina Kurdan polîtîkayê dimeşîne: “Pirsgirêka herî mezin a vî welatî pirsgirêka Kurd, demokrasi û azadiyan e. Aktorê herî girîng ê çareseriya pirsgirêka kurd jî birêz Ocalan e.”
Parêzer Serhat Eren ji Amedê ye û ji bajarê xwe bûye namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk anî ziman ku di serî de tecrîd ew ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bixebite.
Zilma dewletê zû dît
Eren, hêj di temenekî biçûk de bi zilma dewletê dîtiye: “Ez di sala 1977’an de li navçeya Pasûr a Amedê ji dayik bûm. Dema ez li dibistana amadehî di pola duyemîn de, ji ber Pasûr ji aliyê dewletê ve hate şewitandin, em neçar man koçberî Amedê bibin.”
Wî li Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê xwend. Ji sala 2000’î ve li Amedê parezeriyê dike. Ew herî dawî jî Cihgirê Hevserokên Giştî yên ji Hiqûq û Mafên Mirovan berpirsyar bû.
Eren got, “Em ji nêzîkatiya mirovan baş fêm dikin ku pêkan e ku ji faşîzma AKP’ê û MHP’ê ya 20 salan xelas bibin û di vê mijarê de gel hêviyê dide. Li cihên ku em kolan bi kolan gund bi gund digerin divê em bibêjin ku gel hewl dide ji vê pergala faşîst xelas bibe. Em bi kelecaneke mezin xebatên hilbijartinê dimeşînin û em ê bi ser bikevin.”
Eren, destnîşan kir ku dewlet li ser înkara gelê Kurd tevdigere û got, “Doza girtinê li partiya me vekirin, Doza komployê ya Kobanê vekirin û gelek siyasetvanên me li wir tên dadgehkirin. Dîsa li girtîgehan bi hezaran mirovên me bi awayekî neheq bêyî ku sûcên wan hebin li girtîgehan dîl tên girtin. Armanca van hemûyan bê guman tesfiyekirina siyaseta Kurd e.”
Eren, anî ziman ku tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bi hemû pirsgirêkên li welat re têkildar e û got, “Pirsgirêka herî mezin a vî welatî pirsgirêka Kurd, demokrasî azadiyan e. Dikarim bibêjim ku ji bo pirsgirêka Kurd li meclisê bê çareserkirin em ê di nava hewldanan de bin. Yek ji navnîşanên çareseriya pirsgirêka Kurd û aktorê herî girîng birêz Ocalan e. Ji bo ku birêz Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi rola xwe rabe, divê tecrîd teqez bê rakirin. Heta 14’ê Gulanê deqiqeyeke me ku em winda bikin nîne. Divê xebatek bê meşandin. Ji ber vê yekê divê gelê me di vê hilbijartinê de rola xwe bibîne.”