Çarenûsa 2 Kurdan ne diyar e

Sêşem 9 Gulan 2023 - 00:50

Aqûbeta ji xelkên gundê Sîvêç ê Baneyê, Ehmed Xulamî û Resûl Ubeydî, ne diyar e. Hêzên rejîma Îranê ew revandibûn.

Li gorî agahiyê Kurdpa’yê, 2’ê Gulanê hêzên rejîma Îranê zeviyê mamostayê zimanê Kurdî Ehmed Xulamî dorpêç kir û ew girt. Hêzên rejîmê her wiha bi ser mala Xulamî de jî girt û dest danîne ser wesayît, motosîkler û hin kelûpelên wî yên şexsî jî. 

Hêjayî gotinê ye, Ehmed Xulamî zewicî ye û du zarokên wî hene.

Hêzên rejîma Îranê, bi ser mala Resûl Ubeydî de jî girt û dest danî ser hin kelûpelên wî û ew girt.

Hêjayî gotinê ye, ji ber teqîna mayînekê, lingekî Ubeydî qut bûye. Zewicî ye û du zarokên wî hene. 

Li aliyekî din, piştî girtina van herdu hemwelatiyan, 5 kesên ji heman gundî yên bi navê Osman Mehmûdî, Ferhad Rehmanpûr, Selam Ebdullahî, Zahir Îsmaîlî û Cefer Ebdullahpenahî birine îdareya îtlaetê û piştî lêpirsîna çend saetan ew hatine berdan.

Heta niha derbarê sedema girtina Ehmed Xulamî û Resûl Ubeydî de ti agahî nehatine bidestxistin û tohmetên li dijî wan jî ne diyar in. 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Wêne: Ji rastê ber bi çepê ve: Ehmed Xulamî û Resûl Obeydî

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.