Çaremîn karwan birê ket
În 7 Sibat 2025 - 03:15
Çaremîn karwanê xelkê bajarê Kobanî ji bo tevlîbûna çalakiya ji bo parastina bendava Tişrîn ber bi bendave ve rê ket.
Xelkê bajarê Kobanê tevî baranê li qada Şehîd Agît kom bûn û berê xwe dan bendava berxwedanê ya Bendava Tişrînê û ji xelkê navçeyên Tebqa, Reqa û Dêrezorê yên ku bi rojan e bi coşeke bilind li berxwe didin wergirin.
NAVENDA NÛÇEYAN