Çar pakrewanên Kurdistanê

Çarşem 15 Adar 2023 - 23:35

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 4 gerîlayên şehîd bûn ev agahî dan: "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi berxwedaneke bêhempa sekneke fedaî nîşan dan, pêvajoyeke berxwedanê ya destanî afirandin, dijmin sekinandin û planên wan pûç kirin. Yên ku bi fedaîtî ev berxwedan pêk anîn, bêguman têkoşiyan, hebûna xwe diyarî paşeroja azad a gelê me kirin û pêşengî ji vê yekê re kirin, şehîdên me yên leheng bûn ku ewladên herî bedew ên gelê me bûn. Ji milîtanên fedaî û lehengên bijarte yên vê pêvajoyê hevrêyên me Êrîş, Partîzan, Şaho û Baran ev berxwedana dîrokî afirandin, bi lehengî şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn. Ji malbatên hêja yên şehîdên me yên leheng ku ji Geverê heta Agirî, ji Rewanserê heta Hezexê berxwedana neteweyî kirin, ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêyê me Êriş li Geverê jidayîk bû. Di sala 2009'an de piştî ku pismamê wî Êrîş Avent Gever (Cengîz Ozek) tevlî nava refên gerîla bû, ew jî tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Êrîş Avent Gever (Cengîz Ozek) tevî hevrêyê me Andok Farqîn (Ramazan Yilmaz) di sala 2012'an de fîşeka destpêkê ya Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî li Kayseriyê bi çalakiyê teqand û şehîd bûn. Piştî vê şehadetê, hevrêyê me Êrîş tevlî nava karên Hêzên Taybet bû. Di nava karên Hêzên Taybet de bi kesayetiya xwe ya kedkar, xwîngerm û dilnizm li pêş bû.

Hevrêyê me Partîzan li navçeya Dûtax a Agiriyê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Sala 2019'an tevlî nava refên gerîla bû. Di 2'ê Cotmeha 2022'an de dema ku li gel hevrêyê me Êrîş Avent wezîfeya xwe dikir, di êrîşa dijmin de şehîd bû û tevlî karwanê nemiran bû.

Hevrêyê me Şaho li nava malbateke welatparêz a ji bajarê Rewanser ê Kirmanşanê ji dayik bû. Hevrêyê me Şaho têgihişt ku rêbaza têkoşînê ya ku ew lê digeriya li çiyayên Kurdistanê li nava refên gerîla ye û sala 2019'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Şaho ku di têkiliyên hevrêtiyê de dilnizm û durust bû, bi hunera xwe ya leşkerî bû milîtanekî Apoyî yê mînak.

Hevrêyê me Baran li navçeya Hezex a Şirnexê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Sala 2015'an li Botanê li cihê ku lê ji dayik bû tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Baran tecrûbeyên xwe yên li qada leşkerî bi avantajên mezin ên rêbaza şerê tîm ên bi tevger re kir yek û tevlî gelek çalakiyan bû ku li qadê derbên giran li dijmin hatin xistin. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar jiyan bedew kir û şer mezin kir."
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ne;

Êriş Avent Gever (Mahsûm Korkmaz Ozek), li Geverê jidayîk bûye, 2’ê Cotmeha 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Partîzan Taylan (Îdrîs Bozkûrt), li Agiriyê jidayîk bûye, 2’ê Cotmeha 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Şaho Tolhildan (Nasir Ferecî), li Rewanser jidayîk bûye, 27’ê Cotmeha 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Baran Hezex (Ridvan Demîr), li Şirnexê jidayîk bûye, 23’ê Mijdara 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.