Çapxaneyên Bakur û Rojava li Silêmanî ne

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 19 Mijdar 2022 - 02:08

Nûnerên çapxaneyên Rojavayê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê ên tevlî Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan a Silêmaniyê bûn, derbarê tevlîbûna pêşangehê de axivîn. Rêveberê çapxaneyeke ji Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku PDK’ê rê neda karmendên çapxaneyê biçin Başûr. Xwediyê çapxaneyeke Bakurê Kurdistanê jî da zanîn ku vekirina pêşangehên bi vî awayî gelekî baş e û divê li Bakur jî xebatên bi vî awayî werin kirin.

Li bajarê Silêmaniyê bi tevlîbûna sedan çapxane û weşanxaneyên navxweyî û derveyî welat, Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Silêmaniyê ya 4’an hate vekirin. Tevî astengiyan jî çapxaneyên Rojavayê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê tevlî pêşangehê bûn.

PDK’ê ew asteng kirin

Rêveberê Çapxaneya Ava ya ku ji Rojavayê Kurdistanê ye, Şêrzad Xusrew derbarê astengiya PDK’ê ya li ber tevlîbûna pêşangehê de got, dema wan xwestiye weke Çapxaneya Ava ji Kobanê tevlî pêşangehê bibin, PDK´ê dîsa ew asyeng kirine. Yanî PDK´ê nehiştiye bikevin Başûrê Kurdistanê.

Şêrzad Xusrew da zanîn ku wan pirtûkên xwe ji bajarê Helebê birine Başûrê Kurdistanê û ew bi xwe jî ji Danîmarkê hatiye Silêmaniyê. Derbarê pirtûkan de Şêrzad got; “Pirtûkên me zêdetirî xwe bi Kurmancî û Erebî ne, beşeke wan a mezin, çîrokên serketinên Rojavayê Kurdistanê ne. Gelek nav û mijarên din jî hene.”

Pêşangeh dê 10 rojan dewam bike

Çapxaneya Sîtavê jî ji Bakurê Kurdistanê tevlî pêşangehê bûye, xwediyê çapxaneyê Qahir Bateyî derbarê tevlîbûna pêşangehê de got, “Ev cara dûyem e em tevlî pêşangeha Silêmaniyê dibin, ev pêşangeh gelek baş in, bi van pêşangehan re xwendevanên Başûrê Kurdistanê, nivîskarên Bakurê Kurdistanê dinasin û dixwînin. Hevîdar im li Bakurê Kurdistanê jî pêşangehên bi vî awayî werin vekirin û çapxaneyên ji Başûrê Kurdistanê jî li wir werin dîtin.”

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan a Silêmaniyê 10 rojan dewam dike.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.