HPG'ê ragihand ku di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de li Garê, gerîla Canfeda û Çiyager şehîd bûne. 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê got, "13'ê Tebaxa 2021'ê di bombardûmana artêşa Tirk a mêtinger a li herêma Garê de, hevrêyên me Canfeda û Çiyager şehîd bûn."

Ji bo şehîd Canfeda Welat HPG´ê got, "Hevrêyê me Canfeda bi ciwanê li dijî êrişên çeteyên dagirker tevlî nava refên têkoşînê bû û bû xwedî karakterekî xurt ê ku bi şer ava bû. Bi tevlîbûna nava refên gerîla re têkoşîna xwe ya li dijî dagirkerên faşîst dewam kir. Tecrûbeya xwe ya şer bi gerîlatiya dema nû re kir yek û bû neferekî xurt ê têkoşîna azadiyê ya gelê me. Hevrêyê me Canfeda hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran li qada şer nîşan da û rêya paşeroja bi rûmet nîşanî ciwanên Kurd da."

Ji bo şehîd Çiyager Qehreman jî HPG´ê got, "Hevrêyê me Çiyager li Helebê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz mezin bû. Di dema Şoreşa Azadiyê ya Rojava de bi bandora têkoşînê tevlî nava refên şoreşê bû. Piştî ku Rojava azad bû berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Tecrûbeya xwe ya şervaniyê bi rêbazên gerîlayê serdemê re dewlemend kir. Bi kesayetiya xwe ya kedkar bi ruhê milîtanî tevlî her karî bû, bi coş û moralê xwe ji bo hevrêyên xwe her tim bû çavkaniya hêzê."

HPG´ê di dawiyê de got, "Hevrêyên me Canfeda û Çiyager bi rêbazên têkoşînê û jiyana xwe bûn mînakên bijarte yên kesayetiya milîtan a Apoyî. Serê malbatên hêja yên hevrêyên me Canfeda û Çiyager û yê tevahiya xelkê me yê Rojava sax be û em soza xwe dubare dikin ku em ê wezîfeya xwe ya serketinê ku şehîdên me yên hêja dewrî me kirine, teqez bi ser bixînin."

Agahiyên li ser nasnameya şehîdan jî li jêr in:

- Canfeda Welat (Abdullah Hemo) yê li Kobanê ji dayik bûye, kurê Naîle û Salih, 13'ê Tebaxa 2021´ê li Garê şehîd bû. 
- Çiyager Qehreman, (Xelîl Hemo) yê li Helebê (bi eslê xwe ji Efrînê ye) ji dayik bûye, kurê Eyşe û Henon, 13'ê Tebaxa 2021´ê li Garê şehîd bû.