Çandinî îsal baş e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 27 Sibat 2024 - 00:49

XALID ETÊ / ANHA / QAMIŞLO

Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî Cizîrê û berava Firatê bi çandina genim, ceh, berhemên avî û bejî (kemûn, gijnîş û reşreşk) bi rûbera zêdetirî 9 mîlyon donim tê naskirin.

Endazyarê çandiniyê Azad Oso got:"Ev mewsim ji mewsima 2019-2020'an baştir e. Ew jî bi sedema barîna baş a baranê ye. Rast e ne li gor rêjeya salane bû lê di demên guncaw de hat."

Oso diyar kir ku tu nexweşî tune ne û hemû berhem di rewşên baş de ne.

Cotkar Ezîz Ehmed ku 30 donim genimê bejî li gundê Girbawî yê başûrê Qamişlo çandiye destnîşan kir ku mewsim baş e.

Li gorî nirxên sûkê, lêçûna semadkirin û dermankirina her donimekê nêzî 2 dolar û nîv e. Nirxê her tonek semd jî li gor cûreyê wî ji 400 dolar dest pê dike.

Der barê tedbîr û şîretan ji bo berhemên genim û ceh de Oso got:"Pêwîstiya her du berheman bi avdanê heye. Her wiha pêwîst e ew bi semada azotî ya sar bên avdan. Ya baş ew e ku berhemên bejî jî bên semadkirin û giyayên zirar ji nav wê bên rakirin. Pêwîst e berhem di demên guncav de li gorî pisporên çandiniyê û li gorî rewşa hewayê bên semadkirin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.