Çandina dar û gulan hêviyê dide

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 24 Tîrmeh 2024 - 00:55

ZEYNEB ÎSA / NÛJINHA / DÊRIK

Zeyneb Ebas a 26 salî ku ji bajarê Dêrikê ya herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji zarokatiya xwe ve bi çandina gul û daran re mijûl dibe. Zeyneb Ebas der barê çandiniya dar û gulan de axivî û anÎ ziman ku çandina dar û gulan hêviyê dide wê û wiha got:"Ez çandina dar û gulan weke karekî ji xwe re dibînim, ji çandiniyê pir hez dikim, pê rehet dibim. Piranî caran ez dar an jî gulan li hinek cihan dibînim, tî ne av didim, cihên rehet ji wan re çêdikim heta ku ew dar an gul bi ser xwe ve tên û şîn dibin. Ji ber bi çandina dar an jî gulan bajar û welatê me xweş dibe û hewaya me paqij dibe. Bi taybetî di demsala havînî de hewa pir germ e. Bi çandiniya dar û gulan hewaya hênik û paqijî tê." Zeyneb Ebas behsa destpêka çandina dar û gulan û çi zehmetiyan re rûbirû maye kir û got:"Ji zarokatiya xwe ve, ez dar û gulan diçînim. Di erdê me yê çandiniyê de, darên fêkî û sebeyan hene û li malê jî gul û kulîlkan diçînim ji ber ku xwezaya welat pir di dilê min de şêrîn e. Di destpêkê de hinek zehmetî hatin kişandin di aliyê madî de ji ber ku ez şitlên dar û kulîkan dikirim û piraniya caran jî ax û gulên ku me dixwest bi dest min nediket. Min ji derve qewêtî dikir heta ku digihîştin min. Me piraniya xwe digot gulên Tolîp li vir şîn nabin lê me ji derve qewîtî kir û anî dema me çand ewqas xweşik şîn hat û çêbû, ez dixwazim her kes li mal an jî li kolanan dar û kulîlkan biçînin ji bo bajarê me pê xweş bibin." Zeyneb Ebas da zanîn ku ew dixwaze şitilgehekê veke û got:"Ez dixwazim di paşerojê de şitilgehek ava bikim, bi giştî cureyên gulan tê de hebin. Herî dawî ez dixwazim saziyên me û şaredariyên me li ser aliyê xwezaya bajar bisekinin û hay ji xwezayê hebin nehêlin kes daran qut bike, dar û gulan biçîne."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.