SÎLVA EL BRAHÎM / NÛJINHA / MINBIC
Jinên gundê Necm ku Keleha Necm a dîrokî lê ye, li bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê; bi hirî, mohir, pembû, nebatên qamîş û hevrîşimê çêkirina xalîçeyan didomînin.
Halîme El-Ehmed di 15 saliya xwe de ji dayika xwe fêrî xalîçeçêkirinê bûye. Wê ji zarokatiya xwe ve bêhejmar xalîçe hûnandine. Halîme El-Ehmed dibêje xalîçeyên hişk ji xalîçeyên makîneyî estetîktir, demdirêjtir û bikêrhatîtir in, hilgirê mîraseke çandî digire ser xwe.
Xalîçe serpêhatiya vê axê ne
Halîme El-Ehmed ku mûzexaneyeke biçûk a xalîçeyan bi daliqandina xalîçeyên mînyaturî li dîwarên mala xwe çêkiriye, dibêje, beriya şerê li Sûriyeyê, mêvanên dîtina Kela Necmê, xalîçe û çenteyên ku wê çêkirine dikirrîn. Halîme El-Ehmed balê dibe ser wê yekê ku hejmara jinên xalîçeyên bi destan çêdikin roj bi roj kêm dibe û dibêje, xalîçeyên ew çêdikin çanda gelên li ser axa ku lê dijîn hildigirin û ji ber vê yekê jî divê çanda rîstina xalîçeyan zindî bimîne.
Halîme El-Ehmed da zanîn ku serpêhatiya mûyê pez veguherandina xalîçeyên rengîn ên di destê jinan de nêzî 3 mehan didome: “Bi salan e min hewl da ku vê mîrateya çandî biparêzim û bigihînim nifşên nû. Elaqeya li ser hunerê tevnkariyê kêm bû. Lê dîsa jî erka me ya dapîran e ku em ciwanan teşwîq bikin û ez jî di vî warî de çi ji destê min tê dikim. Ev xalîçe çand û serpêhatiya vê axê ne.”