Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên jin ên li Bestayê şehîd bûn, eşkere kir. HPG'ê got, "25'ê Hezîrana 2021'ê li herêma Besta ya Şirnexê, artêşa Tirk a dagirker li deverên Şehrîban û Besta Bilûzerê dest bi operasyonekê kir. 26'ê Hezîrana 2021'ê li vê deverê hevrêyên me Canda û Roza li dijî dagirkerên li li deverê, şerekî giran kir. Di vî şerî de gelek dagirker hatin cezakirin û gelek jî birîndar bûn. Di şer de hevrêyên me Canda û Roza weke nûnerên mînak ên milîtaniya jinê ya azad heta bêhna xwe ya dawî bidin, şer kir û şehîd bûn."
HPG´ê ji bo Şehîd Canda Kiçî got, "Hevrêya me Canda dema ku xwe gihand çiyayên Kurdistanê destpêkê nirxên komunal, pîvanên azadiyê û têkiliyên hevrêtiyê yên PKK'ê ku xwe dispêre wekheviyê bala wê kişand. Ji Avaşînê heta Garê, ji wir jî heta Şengalê li gelek deveran têkoşiya, li her deverê bi rengekî hêja temsîliyeta jina azad kir. Hevrêya me Canda bû milîtaneke jinê ya pêşeng li xaka lê ji dayik bû vegeriya, kîna xwe ya li dijî dijmin di gelek çalakiyan de bi rengekî serketî bi wate kir."
HPG´ê ji bo şehîd Roza Botan jî got, "Hevrêya me Roza piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi enerjiyeke bêdawî hewl da jiyana gerîla û çiyê fêhm bike, bibe xwedî jiyaneke li gorî vê yekê. Hevrêya me girîngiyeke mezin da têkiliyên hevrêtiyê ku yek ji nirxên herî girîng ên partiya me PKK´ê ne. Ji bo di têkiliyên hevrêtiyê de kûrtir bibe gelekî hewl da. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku hevrêtiya rasteqîn, xwedîderketina li xewn û xeyalên hevrêyan e û bi vê armancê derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Tevlî gelek çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker bû, bû milîtaneke mînak a têkoşîna me ya serketî."
HPG´ê soz da ku bi afirandina welatekî azad ew ê tola hevrêyên xwe hilîne û nasnameyên herdu şehîdan wiha eşkere kirin:
- Canda Kiçî (Kader Malgoz) a li Şirnexê hat dinê, keça Leyla û Nûrettîn, 26'ê Hezîrana 2021'ê li Besta şehîd bû.
- Roza Botan (Mevlude Sevîntî) a li Şirnexê hat dinê, keça Abîde û Mehmet Îhsan, 26'ê Hezîrana 2021'ê li Besta şehîd bû.
BEHDÎNAN