Çanda Êzdatiyê diparêzin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 28 Sibat 2024 - 00:53

MEDYA HAWAR / NÛJINHA / ŞENGAL

Li gundê Aştîqerûm a girêdayî Sinûna Şengalê jina bi navê Turko Reşo û hevjinê xwe Elî Iliyas ji bo tune nebûna çanda Êzîdî, cil û bergan didûrin. Yek ji pîvanên sereke yê jiyana herdû hevjînan ew e ku her dem bi cilên xwe yê Êzîdiyan tevbigerin û eşqa liber kirina wan cilan bixin dilê her Êzidiyekê.

Turko Reşo anî ziman ku ew dixwaze cilên Êzidiyan li ser ciwanên Êzidî bibîne û ev bang li ciwanên Êzîdî kir:“Divê keç û xortên me ji liberkirina cil û bergên xwe fedî nekin. Ji ber her gel û civak bi cil û bergên xwe tên naskirin.”

Elî Iliyas ku alîkariya hevjina xwe dike diyar kir ku Êzîdî bi cil û bergên xwe têne naskirin û got:“Cil û bergên me ber bi tunebûnê ve diçe û ger derfeta me hebûna me yê karê xwe hîn berfirehtir bikira. Ji ber vê yekê divê Êzîdî van cil û bergan liberxwe bikin, ji cil û bergên xwe fedî nekin.”

Di nav civaka Êzîdiyan de tişta herî girîng ku wek nîşaneya Êzîdiyan tê dîtin jî Tok e. Toka ku sembola Melekê Tawis e, di nav civaka Êzîdî de tişta herî pîroz e. Divê teqez her Êzîdiyek ji zayînê heta mirinê Toka xwe hebe. Li gorî çand û baweriya Êzdatiyê her Êzîdî di bin kirasên xwe de Tok liberxwe dikin ku divê bi destan û gilover bê çêkirin. Êzîdî bi hevoka ‘Êzidiyek dema mir divê teqez toka wê/wî li ber hebe da ku ax bizanibe ya/ê mirî Êzîdî ye’ girîngiya liberxwekirina Tokan tînin ziman.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.