Çam ê 72 salî dîsa girtin

Çarşem 29 Gulan 2024 - 00:07

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku krîza dil derbas kiribû û dihat tedawîkirin, dîsa birin girtîgehê. 

Girtiyê nexweş ê 72 salî Mehmet Emîn Çam ku li Girtîgeha Tîpa T a Qubîn a Êlihê tê ragirtin, di 24’ê gulanê de krîzê li dilê wî da û rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê. Çam, ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin û destûr hate dayîn ku bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike. Lê belê destûr nedan ku malbat pê re hevdîtinê bike. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Sêrtê Mehmet Nûrî Ekîncî da zanîn ku li nexweşxaneyê bi Çam re hevdîtin kiriye û jê re gotiye ku 4 demarên wî xitimî ne.  

Çam, piştî hevdîtina bi parêzerê xwe re dîsa şandin Girtîgeha Tîpa T a Qubînê. 

MA/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.