Çalakiyên 'Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî'

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 11 Cotmeh 2020 - 15:38

  • Kurdistanî tevî dostên xwe li Ewrûpayê daketin qadan û bi wesîleya "10'ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî" çalakî li dar xistin.

Kurdistanî tevî dostên xwe li Ewrûpayê daketin qadan û bi wesîleya "10'ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî" çalakî li dar xistin.
Di serî de li Elmanya, Fransa, Swîsre, Swêd, Qibris, Awûstralyayê Kurdistanî li çar aliyên cîhanê tevî dostên xwe daketin qadan, komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kirin û bi wesîleya "10'ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî" çalakî li dar xistin.
Li 11 bajarên Îtalyayê di çarçoveya ‘10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan’ çalakî hate lidarxistin.
Li bajarên Roma, Mîlano, Torîno, Fîrenze, Rovîgo, Napolî, Pînerolo, Alessasndrîa, Trîeste, Lîvorno û Nîscemî li dijî çalakî pêk hatin.
Li gelek bajarên Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan.
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Frîedensplatzê ya Darmstadtê kom bûn û meşiyan. Li bajarê Nurnbergê jî meş hebû.
Li bajarê Hambûrgê jî bi beşdariya kurdistaniyên ji Bremen û Kîelê meş pêk hat.
Li bajarê Frankfûrtê jî bi wesîleya ‘10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan’ meş û mîtîngek pêk hat.
Li Kassel, Hildesheimê û Hannoverê jî çalakî hebûn, tevî Kurdistaniyan dostên wan jî beşdarî çalakiyan bûn.
Di çarçoveya ‘10’ê Cotmehê Roja Azadîya Ocalan’ de li bajarê Basel ê Swîsreyê û li paytexta Qibrisê Nicosîayê çalakî pêk hatin. Meşa dirêj a 3 rojan li Yewnanistanê bi mîtîngê bi dawî bû. Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê, li paytexta Ermenistanê Erîvanê, li paytexta Norvêcê Osloyê, li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê, dîsa li Mîlano û Stockholmê çalakî ji bo azadiya Rêber Apo hebûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.