Çalakiyên li pey Narînê didomin

Çarşem 11 Îlon 2024 - 02:45

Çalakiyên ji ber kuştina bi hovîtî ya Narîna 8 salî li gelek bajaran dom kir. Di çalakiyan de hevkariya Hîzbûllahê û dewletê ya di vê kuştinê de hate destnîşankirin û hate gotin ji ber polîtîkayên AKP-MHP’ê ya cezanekirinê ev rûdanên wiha zêde dibin.

Bi tevlêbûna Platforma Jinan a Bajarê Rihayê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, Hevseroka Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê  ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol, nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), nûnerên rêxistinên bajar û navçeyên Rihayê yên DEM Partiyê çalakiyek hate kirin. Rêvebera Mala Jiyanê Sema Koroglu di daxuyaniyê de got: "Eger kesên ku zarok qetil kirin bihatana cezakirin, Narîn wê îro bijiya. Divê peymanên heyî yên ji bo parastina zarokan bên pêkanîn."

Piştî daxuyaniyê girseya gel çalakiya rûniştinê li dar xist. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

Li Êlihê jî ji bo kuştina Narînê bi tevlêbûna nûnerên Şaredariyê, TJA, Dayikên Aştiyê, DBP Û DEM Partiyê û gelek kesan kuştina Narînê bi meşekê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de pankarta “Destên xwe yên qirêj ji ser jiyana zarokan rakin” hatin vekirin de wêneyên Narîn Gûran, Cemîle Çagirga, Ceylan Onkol, Leyla Aydemîr hatin hilgirtin.

Di daxuyaniyê de Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz axivî û diyar kir ku ji roja ewil ve hewl tê dayîn bûyer bê veşartin û ew ê dest ji qatilên zarokan bernedin.

Divê dozger îfadeya Ensarîoglu bistîne

Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu jî got, “Li gundê ku hemû tedbîr hatin girtin zaroka 8 salî nehat dîtin. Em ji vê bawer nakin. Em behsa zarokekê dikin ku bi awayekî sîstematîk hatiye qetilkirin. Berê jî zarok bi gotina 'wenda' hatin qetilkirin û veşartin. Ev komkujî ji ber polîtîkaya bêcezakirinê ya hikûmetê pêk tên.’’

Odûncûyê gotinên wekîlê AKP'ê Galîp Ensarîoglû bi bîr xist û got, "Duh wekîlê AKP'ê Galîp Ensarîoglû got, '’Tiştên em dizanin hene, em malbatê nas dikin, em ji ber wê bêdeng dimînin'. Ger zarokek 8 salî bê kuştin û têxin kîsek hûn nikarin bêdeng bimînin. Divê Ensarîoglû di doza Narînê de çi zane bibêje. Divê dozger îfadeya wî bigirin."

Jin, jiyan, azadî

Piştî axaftinan ji Parka Yilmaz Guney heta ber avahiya Rêxistina Bajarê Êlihê ya DEM Partiyê ya li Çerxerêya DortYolê meşek hat lidarxistin. Di meşê de bê navber dirûşmên "Kujer li kû ne, dewlet çima bêdeng e", "Destên dirêjî Narînê hatin kirin bên şikandin", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bêdeng nemînin" hatin berzkirin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.