Çalakiyên ‘Diyalogên bi Ocalan re’

În 28 Hezîran 2024 - 02:35

Li gelek welat û hereman di çarçoveya kampanya ‘Diyalogên bi Ocalan re’ de çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan hatin parvê kirin. Girêdayî rewşa civakî ya heyî û rêbazên çareseriyê şîroveyên hevbeş pêşketin. Bi perspektîfên Jineolojiyê jî li gelek welatan çalakî hatin lidarxistin. Li bajarê Marsîlya ya Fransayê bi hevkariya CIMK, Tora Jineolojî, Akademiya Moderniteya Demokratîk û TSEDEK semîner li ser zanist, jiyana alternatîf û esasa paradigmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê hat lidarxistin. Li bajarê Reggio Calabria ya Îtaliya di çarçoveya civîna heremî ya giredayî têkoşînên ekolojîk ramanên Rêber Abdullah Ocalan di derheqê ekolojiyê de ji pareznameya Sosyolojiya Azadiyê hatin xwendin. Li bajarê Lleida yê Katalonyayê, bi hevkariya koma Ponent amb Kurdistan, Akademiya Moderniteya Demokratîk û Jineolojî performansekê xwendine li ser jiyan û fikirên Rêbertî hat li dar xistin. 

Bi şanoyê 3 qonaxên zayînê

Her wiha li Barcelona şano li ser jiyana Rêbertî hat pêşkêş kirin. Şano ji milê nivîskarê welatê Bask Galder Irusta hate nivîsandin û ji aliyê komîteya Jineolojî û komên femînîst li taxa Sants a Can Vies hat pêşkêş kirin. Naveroka şanoyê di hundirê zindanê de derbas dibe. Sê kes, sê zayinên Rêbertî temsîl dikin: nûnerê yekem cotkar e, nûnerê duyem gerîla ye, nûnerê sêyem jinekê fîlozof e. Bi rêya hunerê kûrahiya Konfederalizma Demokratîk û wateya şoreşê tên şîrovê kirin. Piştî şanoyê nîqaş hat li dar xistin.  Li Swîsre bajarê Sankt Gallenê Akademiya Jineolojî û Meclîsa Jin a Helbest Koçerîn atolyeya Jin û Serokatî organîzê kirin. Li ser watê û giringiya Rêbertî ji bo jinan û di heman demê de di jiyana jinê de çi da guhertin hat nîqaş kirin. Jin bi hev re wêne çekirin û diyarî komelê kirin. Li bajarê Berlînê ya Almanya di çarçoveya şahiya havîne ya çanda jinê de ku ji aliye komiteya Jineolojî, TêkoJIN, Ni Una Menos, Women in Exile û komên hunerî hat li dar xistin, gotinên Rêbertî, şoreşgerên jin ên Kurd û cihanê suretên balkêş hatin pêşkêş kirin. Jin vexwendin niqaşê. Her wiha pirtûkek hat danîn da ku her kes karibe peyam û nerînên xwe parvê bike. Her wiha li warên cûr bi cûr semînerên Jineolojî hatin dayin.

Çalakiyeke balkêş li Qibrisê

Li Lefkoşayê rêzeçalakiya ku di çarçoveya ‘Rojên Diyalogê bi Abdullah Ocalan re’ de hat lidarxisin, eleqeyekî mezin dît.

Di çarçoveya ‘Rojên Diyalogê bi Abdullah Ocalan re’ de ku qonaxa duyemîn a pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ ye, li paytexta Qibris Lefkoşayê bernameya şano û xwendinê hat lidarxistin. Çalakiyên ku bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê hat lidarxistin, eleqeyekî mezin dît. Lîstîka ku ji aliyê koma şanoyê ya “Bien à vous Armanc Kerboranî” ku di sala 2011’an de ji aliyê Juan-Golan Elibeg ve hat avakirin, pir hat ecibandin.

Koma ku ji lîstîkvanên Kurd û Fransî pêk tê, hewara dayika Mehmet Yavûzel ê di salên 2015-2016’an de di dema berxwedana xwerêveberiyê de li Cizîra Botan hat qetilkirin, anîn ber çavan. Lîstîka şanoyê ku li ser pêkanînên dijberî hiqûqê û exlaqa şer a dewleta Tirk a faşîst ên di dema berxwedana xwerêveberiyê de bû, kêliyên hestiyar çêkir. Beşa duyemîn bi pêşandana sînevîzyona ku wêne û gotinên Rêber Abdullah Ocalan pêkdihatin, destpê kir. Girseyê gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kir. Metnên Yewnanî û Kurdî yên li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan û “fêmkirina Rêber Apo” hatin xwendin. Bername bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û bi gerandina govendê bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.