- 10’ê Nîsanê kampanya ‘Em ê Bi Hev Re Faşîzmê Têk Bibin’ dest pê kir.
Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewrûpayê (ADGB) ya ji 22 saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewrûpayê pêkhatî, 10’ê Nîsana 2021’ê roja Şemiyê dest bi kampanya ‘Em ê Bi Hev Re Faşîzmê Têk Bibin’ kir. Li gorî plansaziya vê kampanyayê li Elmanya, Fransa, Swîsre, Swêd, Holanda bi şîara 'Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin' pêr çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, gefên ji bo girtina HDP'ê û vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê hatin şermezarkirin.
HAMBURG
ADGB'ê li bajarê bakurê Elmanyayê Hambûrgê mîtîngek li dar xist. Mîtîng li meydana Gansemarkt a Hambûrgê hate çêkirin. Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç di mîtîngê de got, “Ji bo ku em karibin bi hev re faşîzmê têk bibin, divê em yekîtî û rêxistinbûna xwe mezintir bikin. Ev ê karibe faşîzmê hilweşîne. Faşîzm di şexsê HDP’ê de hemû hêzên muxalif û dînamîk ên civakî dike hedef. Ji ber vê, divê her kes xwedî li HDP’ê derkeve.”
Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Hambûrgê jî nûner axivîn û wan diyar kir ku zextên li dijî HDP’ê û vekişandina Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê nayê qebûlkirin.
MUNCHEN
Li bajarê baûrê Elmanyayê Munchenê, di çarçoveya kampanyaya ‘Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin’ a AGDB'ê de çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de belavokên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewrûpayê û CENÎ’yê hatin xwendin.
DARMSTADT
Saziyên çepgir û demokratîk ên li Darmstadtê jî xwedî li HDP’ê derketin û vekişandina Tirkiyeyê ya ji peymana Stenbolê protesto kirin. Çalakger li Luiseplatzê hatin ba hev. Şaredarê berê yê Erxeniyê Nadîr Bîngol di çalakiyê de got, “Ferasata faşîst bi salan xwest bi zext û girtinan me tine bike û a niha jî dixwaze partiya me bigire. Em ê wekî doh, îro jî têkoşîna xwe bidomînin.”
Di mîtîngê de nûnerên AKÎF’ê û nûnerên HDP’ê jî axivîn.
FRANKFURT
Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê, bi banga Platforma Piştevaniya Jinê ya Ewrûpayê, pêkhateyên Frankfurtê yên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewrûpayê û Komeleyên Demokratîk ên Frankfurtê, di çarçoveya kampanya 'Em ê faşîzmê bi hev re hilweşînin' de meşek li dar xist. Di meşê de vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê û zextên li dijî HDP'ê hatin şermezarkirin.
DUSSELDORF
Li paytexta NRW'ê Dusseldorfê jî çalakiyan bi meşê dest pê kir û paşê jî bi mîtîngê dewam kir. Li ser navê Yekitiya Hêza Demokratîk, Çîgdem Devran got, “Faşîzm me baş nas dike, lê dizane ku em jî wê baş nas dikin. Em teslîmî wê nabîn, baş dizane ku em qet li beramberî wan çok danaynin erdê.”
Berdevkê Ciwanên Federal a Die Linke ya Elmanyayê, Jan Schiffer jî got, “Em ê ji bo demokrasî û gelan piştevaniya HDP’ê bikin.”
Parlementera Die Linke a Parlamena Ewrûpayê Ozlem Demîrel jî tevlî meşê bû.
SWÎSRE
Di çarçoveya çalakiyên ADGB'yê yên bi dirûşma “Em ê bi hev re faşîzmê birûxînin” de li bajarên Swîsreyê Bern, Basel, Zurich, Cenevre û St Gallen çalakî hatin lidarxistin.
PARÎS
Li paytexta Fransayê Parîsê, li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya, doza girtina HDP’ê û biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê bi daxuyaniyekê hate protestokirin. Van saziyan îmze danî binê daxuyaniyê: SKB, TJK-F, CDK-F, ACTÎT, CÎK, FEDA Û PDD. Van saziyan jî piştgirî dan daxuyaniyê: ADKH, ADHK, BÎRKAR, ATÎK-F, ODAK û SMY.
STOCKHOLM
Kurdistaniyan û dostên wan li paytexta Swêdê Stockholmê bi dirûşmeya “Em ê bi hev re faşîzmê birûxînin” xwepêşandanek li dar xist. Di çalakiya ji derveyî stasyona metroya navenda Stockholmê de, tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku hewl dide HDP’ê bigire, ji Peymana Stenbolê vekişiyayî û êrişî berxwedana demokratîk a xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê kirî, hat protestokirin. Çalakgeran Yekîtiya Ewrûpayê ya ku hevkariya dewleta Tirk dike jî şermezar kir.
TORONTO
Li Kanadayê, li bajarê Torontoyê jî meşek hate lidarxistin. Meşê ji meydana Bloorê dest pê kir heta Meydana Dundasê bi qasî 2 saetan dewam kir. Di meşê de doza girtinê ya li dijî HDP'ê û girtina Parlamenter Omer Farûk Gergerlîoglû, vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê hatin şermezarkirin. Çalakgeran pankarta li ser nivîsandî "HDP bi tenê nîne" hilda. Her wiha li ser armanca meşê bi sedan belavok hatin belavkirin.
DEN HAAG
Li bajarê Holandayê Den Haagê li pêşiya Parlamena Holandayê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de daxuyaniya kampanyaya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewrûpayê (ADGB) hate xwendin.
NAVENDA NÛÇEYAN