• Cemîl Bayik diyar kir ku têkildarî rewşa Rêber Apo wan ti agahî negirtine û got: Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêbertî û misogerkirina azadiya wî, divê têkoşîn hîn bêhtir bê xurtkirin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik tevlî 'Bernameya Taybet' a li Stêrk TV bû û têkildarî rewşa Rêber Apo axivî û bal kişand rewşa tecrîdkirî ya Rêber Apo 23 sal in didome û got: “Li dijî Rêber Apo siyasetek tê meşandin. Ev siyaset ne tenê ya dewleta Tirk a faşîst e, ev siyaset ji aliyê hêzên navneteweyî ve jî tê meşandin. Dewleta Tirk gardiyanê vê siyasetê ye. Siyaseta navborî siyaseta qirkirina gelê Kurdistanê ye. Li cîhanê li dijî lîderê ti gelî siyaseteke wiha nehatiye meşandin. Li dijî Rêber Apo û gelê Kurd siyaseteke taybet tê meşandin.
Dibe ku di dîrokê de li dijî hin lîderan siyaseta psîkolojîk hate meşandin, lê belê ti carî nebû bi qasî siyaseta li dijî Rêber Apo û gelê Kurdistanê. Li Îmraliyê her roj, her saet şerekî psîkolojîk tê meşandin. Rêber Apo gelê Kurd ji mirinê vegerand, ji nû ve ruh da, lewma siyaseteke bi vî rengî li dijî wî dimeşînin. Rêber Apo di heman demê de Kurdên azad afirand, jiyaneke azad ji bo gelê Kurdistanê afirand. Lewma tolê ji Rêber Apo hiltînin.

Komploger hemû berpirsiyar in

Dewletek ku li dijî gelê Kurd siyaseta qirkirinê dimeşîne, dikare her tiştî li hemberî Rêber Apo bike. Dema ku mirov dîroka dewleta Tirk lêkolîn dike vê yekê dibîne. Gelek gel tune kirin. Her wiha ji bo desthilatdariya xwe, birayên xwe kuştine. Ji ber vê yekê her tişt ji dewleta Tirk tê. Eger gelê Kurdistanê, dostên me û tevgera me her agahiyê cidî dibîne, sedem jî ev e. Ne tenê dewleta Tirk, ne tenê desthilatdariya AKP-MHP'ê, her wiha hêzên navneteweyî yên ku sîstema Îmraliyê ava kirine ji vê rewşê berpirsyar in. Konseya Ewropayê, CPT, DYE, Îngilistan û Îsraîl ên ku komploya navneteweyî li dar xistin û hemû hêzên piştgiriya wan dikin ji vê siyasetê berpirsyar in. Gelê me siyaseta li dijî Rêber Apo û xwe qebûl nake. Di Newrozê de jî ev yek bi rengekî eşkere anî ziman. Ev gelekî girîng e. Ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî misoger bibe, divê gelê me û dostên me têkoşînê mezintir bikin.

Ev siyaseta qirkirinê ye

Piştî ku çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêde bûn, dewleta Tirk ji ber ku tengav bû serî li taktîkên cuda dide. Mînak, hingî destûra hevdîtina bi Rêbertî re dide. Ev hemû taktîk in. Ji bo şerê psîkolojîk û taybet van taktîkan dikin. Têkoşîna tê dayin, wan neçar dihêle ku destûra hevdîtinê bide. Eger têkoşîn nebe ne birayê Rêbertî ne jî parêzerên wî dikarin biçin wî bibînin. Her ku tengav dibin bi hevdîtinekê yan jî axaftina bi telefonê dixwazin gel bixapînin û şerê taybet ê li dijî Rêber Apo û gelê Kurdistanê dewam bike. Niha jî dibêjin ku bi telefonê axivî ne. Ji ber ku Rêber Apo siyaseta bêhiqûqî ya li Îmraliyê anî ziman, telefon qut kirine. Gelê me jî dibêje ku ji bilî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ew tiştekî din qebûl nake, a rast jî ev e. 

Li dijî siyaseta qirkirinê dadikevin qadan, ji bo serbestiya Rêbertî israr dikin. Ne tenê dixwazin tecrîd bi dawî bibe, zanin eger Rêber Apo azad nebe, wê siyaseta qirkirinê ya li dijî Kurdistanê, Rojhilata Navîn û mirovahiyê dewam bike. Ji ber ku bi vê zanin, daxwaza serbestiya Rêbertî dikin.

Xwedî li xwe derkevin

Rêbertî gotibû, 'Hûn ê çi bikin ji bo xwe bikin, ji bo min nekin. Eger hûn ji bo xwe tiştekî bikin, hingî ez ê li vê zindanê nemînim. Eger li Îmrlaiyê siyaseta qirkirinê tê meşandin, sedem hûn in ji ber ku min kirinên li dijî we qebûl nekirin, xwedî li we derketim, min we rakir ser piyan, kir gelekî mînak li cîhanê û ji ber vê yekê tolê ji min hiltînin. Eger li Îmraliyê li dijî min siyaseta qirkirinê tê meşandin sedem ev e. Eger hûn dixwazin ev bi dawî bibe divê hûn xwedî li xwe derkevin. Ji bo demokrasî û azadiya xwe têkoşînê mezin bikin. Hûn têkoşînê mezin bikin hingî ev siyaseta qirkirinê wê bi dawî bibe’.”

NAVENDA NÛÇEYAN