HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên 23'ê Adarê li Heftanînê di şer de şehîd bûn eşkere kir. HPG'ê diyar kir ku li heman qadê roja 25'ê Adarê ji bo hilanîna tola 3 gerîlayan çalakî hatiye kirin û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye: "23'ê Adara 2021'ê, hêzên me li qada Bektorya ya herêma Heftenînê ji du baskan ve li dijî dagirkerên li ser Girê Koordîne çalakî kirin. Hevrêyên me Talîvan Terpûş bi nasnav Bêrîtan Kobanê ya li Kobanê ji dayik bûyî, Devran Demîr bi nasnav Mîrza Tolhildan ê li Mersînê ji dayik bûyî û Zeynep Acet bi nasnav Jînda Mardîn a li Mêrdînê ji dayik bûyî, Mîrza, ku sîng bi sîng li dijî dijmin şer kirin, bi lehengî gihîştin asta şehadetê.

25'ê Adarê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de li qada Bektorya ya herêma Heftanînê bi çekeke taybet li dagirkerên li ser Girê Koordîne hate xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin di vê çalakiyê de kozika dagirkeran bi temamî îmha bû û 3 dagirkerên di kozikê de hatin cezakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê bombardûmaneke giran li zeviyên gundê Rusê kirin, danê êvarê jî miriyên xwe ji qadê birin.

Ev çalakî ji bo hilanîna tola hevrêyên me Mîrza, Bêrîtan û Jînda hate kirin.

ANF/BEHDÎNAN