Çalakiya rûniştinê li Dusseldorfê

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 23 Sibat 2021 - 01:00

Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyeke rûniştinê ya 6 rojan doh dest pê kir.

Kurdistaniyan ji bajarên cihê yên eyaleta NRW´yê li ber parlamena NRW´yê ya li Dusseldorfê civiyan. Çalakiyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir. Hevserokê FED-MED´ê Engin Sever got, bi çalakiya rûniştinê ew tevlî pêngava „Êdî dem e" ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dibin. Wî diaxaftina xwe de got, “Rêber Apo sedema me ya jiyanê ye. Xeta Rêber Apo xeta me ya jiyanê ye. Emê heta ku Rêber Apo azad bibe li meydan û kolanan bin. Konsepta tesfiyekirinê dixwaze Rêbertiya me tecrîd bike û pîlana qirkirina Kurdan bi cih bîne. Li dijî vê berxwedana me wê dewam bike.” 

Em ê dev ji azadiyê bernedin

Parlamentera berê ya HDP´ê Nursel Aydoganê jî got, bi milyonan Kurdî Rêber Ocalan weke îradeya xwe ya siyasî ragihandiye.  Aydogan di dewamê de got, “Tevî ku Ocalan ev 22 sal in tê tecrîdkirin jî, di serî de yên li ser azadiya jinê, ekolojiyê û modela rêveberiya demokratîk, fikrên wê gerdûnî bûn. Ev 22 sal in di sîstemeke êşkenceyê de birêz Ocalan ragirtî ye. Em li ku dibin bila bibin, em ê hînî tecrîdê nebin. Em ê bi qêrîn doza azadiya Ocalan bikin. Em dev jî bernedin û her bibêjin azadî.”

Piştî axaftinan daxuyaniya KON-MED’ê hat xwendin. Piştre jî hunermendên TEV-ÇAND´ê Cewad Mervanî, Rêber Serhad, Luqman û Şîrîn Şanoger û Seyitxan jî bi hunerê xwe beşdarî çalakiyê bûn.

DUSSELDORF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.