Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê di çarçoveya çalakiyên “Jin jiyan azadî, bi ser bixe Azadî” de li Xanesorê sînevîzyon li ser jiyana Rêberê Abdullah Ocalan nîşan da.
Li Parka Giştî ya Xanesorê ya Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê di çarçoveya pêngava “Jin jiyan azadî, bi ser bixe Azadî” de sînevîzyonek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tecrîdkirî, nîşan da. Çalakiyê bi beşdariya jinên Ciwan û yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Endama yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê, Nazlî Hacî qala armanca çalakiyê kir û got, ew tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan napejirînin: “Ji ber ku bi demê re tecrîda li ser Rêber Apo giran dibe, em weke ciwanên Şengalê li vir kom bûne. Em tecrîdê qebûl nakin. Dijmin dixwaze fikrên Rêber Apo ji cwanan dûr bixe. Ji ber ku ciwan bi fikr û felsefeya Rêber Apo bi pêş ketine. Çi ji destê me were em ê ji bo Rêberê xwe bikin û li fikrên wî xwedî derkevin.”

ANF/ŞENGAL