Çalakiya HRE’yê li Cindirisê

Duşem 14 Îlon 2020 - 15:15

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) dîmenên çalakiya xwe ya li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker a 12’ê Îlonê ya li Cindirêsê weşand. HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyê de 7 leşkerên Tirk hatine kuştin, 10 leşker û 2 çete jî birîndar bûne.
HRE têkildarî çalakiya xwe daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“12’ê Îlonê, li gundê Xizewiyê yê navçeya Cindirêsê hêzên me li dijî 2 baregehên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bibandor kirin.
Di çalakiyan de; 7 leşker hatin kuştin, 10 leşker û 2 çete jî birîndar bûn. Her wiha 8 konteynir hatin îmhakirin. 2 BMP û tankekê jî derb xwarin.
Piştî çalakiyê ji Efrîn û Cindirêsê 2 helîkopter û gelek ambulans hatin cihê çalakiyan, kuştî û birîndar rakirin. Her wiha artêşa dagirker gundên navçeya Şêrawa topbaran kirin û li ser herêmê tevgera balafirên keşfê çêbû. Di topbaranê de li gundê Birc Qasê 2 sivîl birîndar bûn. Her wiha li gelek gundan ziyana madî çêbû.”

EFRÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.