Ji bo pişgirtiya çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di hepsên dewleta Tirk de li Berlînê du hefteyan çalakiya rûniştinê hatibû kirin. Çalakî doh bi dawî bû. Çalakgeran destek da çalakiyên girtiyan ên bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan. Wan di heman demê de got, "êdî dem e" û xwest Abdullah Ocalan fizîkî serbest be. 

Çalakiya destekkirina girtiyên siyasî li paytexta Elmanyayê Berlînê, li meydana Alexanderplatzê bi temamî deh rojan dewam kir. Koma yekê ji 11 ta 16´ê Çile çalakiya nobetê û rûniştinê kir û koma diduyê jî ji 18 ta 23´ê Çile. 

Doh çalakî bi mîtîngekê bi dawî bû. ATÎK, CÎK, Meclîsa Jinê ya Dest-Dan, Meclîsa Kurdistaniyên Azad a Berlînê, nûnerê  Konseya Gel a Tamîl Elam ê Berlîn Schangar Oppala, SKB, AVEG-Kon, KKP, parlamenterê eyaleta Berlînê yê Die Linke Hakan Taş, Hevseroka Koma Die Linke li eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemir, Komeleya Rojava a Berlînê, Meclîsa Jinên Êzîdî û kesayetên hunermend, siyasetvan û akademîsyen jî amade bûn.

Çalakî wê dewam bikin

Hevserokê KON-MED´ê Tahir Koçer li ser grevên birçîbûnê yên di roja xwe ya 58´an de peyivî. Wî got, "Li zindanan berxwedaneke mezin heye. Em li vir hewl didin dengê wan bilind bikin. Gunehê Ewrûpa, nexasim jî yê Elmanyayê di tecrîdkirina şidandî û binpêkirinên mafê mirovan ên li dijî Kurdan de heye. Ji ber vê wê çalakiyên me li vir dewam bikin. Em ê di vê berxwedana dîrokî de cihê xwe bigirin. Dem dema azadiyê ye. Heta 15´ê Sibatê çalakiyên me wê her xurt bibin û dewam bikin." 

Hevseroka koma Die Linke di parlamena Hamburgê de Cansu Ozdemir jî got, "Fîlozofê herî mezin ê çaxê me Ocalan e. Yek ji sedemên tecrîdê ew e ku fikrên wî li Rojava bi gewde dibin. Nabe ku em qebûl bikin, hikûmeta Elman destekê bide dîktatoriya Erdoganî."

Li ser navê Women Defend Rojava jî daxuyaniyek hat xwendin û hat gotin, "Nabe ku em qebûl bikin, bi çûna Heiko Mass [wezîrê karê derve yê Elmanyaya Federal] ew destekê bide rejîma AKP´ê. Em pişta girtiyan digirin."
Nûnerê  Konseya Gel a Tamîl Elam ê Berlîn Schangar Oppala jî got, "Tecrîdkirina Abdullah Ocalan nabe ku bê qebûlkirin. Em destekê didin berxwedêrên grevên birçîbûnê jî. Em ê bi hev re têbikoşin û bi ser kevin."

BERLÎN