Hevseroka MEDʼê Elîf Haran, anî ziman ku piştî girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye, zext û zoriyên li girtîgehan zêde bûne. 
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ku di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hat destpêkirin di roja 27’an de ye. Doh koma 6'emîn grev dewr girt. Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevanî û Alîkariyê ya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED'ê (MED TÛHAD-FED) Elîf Haran, anî ziman ku divê tecrîd bê rakirin û got: “Tecrîda li Îmraliyê niha li her derê belav bûye û civak bi temamî tê tecrîdkirin.”

Haran, xwest rayedarên dewletê rojek berî rojekê daxwazên girtiyan qebûl bikin û civak jî di warê grevên birçîbûnê de hesas be. 
 
Divê dengê wan were bihîstin

MATÛHAY-DER, Odeya Bijîşkan a Stenbolê û Înîsyatîfa Gorulmuşturê jî anîn ziman ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazin rewa ne û xwestin dengê wan bê bihîstin. 

Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATÛHAY-DER) Husnu Taş, destnîşan kir ku piştî çalakiyê li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne. 

Avakarê Înîsyatîfa Gorulmuşturê Adîl Okay jî anî ziman ku daxwazên girtiyan daxwazin rewa ne û xwest rayedar daxwazên rewa ên girtiyan û dengên wan bibihîsin.” 
Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Prof. Dr. Osman Kuçukosmanoglû jî bal kişand ser tenduristiya girtiyan û got: "Em jiyanê diparêzin. Rêgeza me ya sereke ev e.”

NAVENDA NÛÇEYAN