• Alîgirên Muqteda el-Sedr zêdetirî 3 hefteyan li ber parlamena Iraqê çalakî dikirin û xebatên parlamenê dan rawestandin. 

Alîgirên Muqteda el-Sedr zêdetirî 3 hefteyan li ber parlamena Iraqê çalakî dikirin û xebatên parlamenê dan rawestandin. Ew niha jî li ber Dadgeha Bilind çalakiya rûniştinê dikin.

Bi sedan alîgirên Sedr li ber Dadgeha Bilind a li derveyî Herêma Kesk a bi ewlekariya bilind a li Bexdayê, kom bûn. Wan bi pankartan daxwaza hilweşandina parlamenê û têkoşîna li dijî gendeliyê kir.

Bi mehan e li Iraqê siyaset xitimiye. Hêzên siyasî yên Şîî ji Cotmeha 2021’ê ve li ser serokwezîr li hev nakin.
Li aliyekî tevgera Sedr ku daxwaza hilweşandina parlamenê û hilbijartinên giştî dike, û li aliyê din jî Çarçoveya Hemahengî ku aliyên Şîî yên alîgirên Îranê dicivîne, heye.

Aloziyê Tîrmehê rengê xwe guhert. Bi sedan kesên alîgirên Sedr li baxçeyên parlamenê dest bi çalakiya rûniştinê kir û zext zêde kirin. Çarçoveya Hemahengiyê li derdora Herêma Kesk jî çalakiyên rûniştinê kirin.

Di 10’ê Tebaxê de, lîderê şîî Muqteda el-Sedr bang li dadweriyê kiribû da ku di nav hefteyekê de parlamenê hilweşînin, lê dadweran jî gotibû ti desthilata wan a ser vlê yekê nîne.

Serokwezîr Mustafa Al Kazimî hefteya bihurî ji bo derketina ji krîzê hewl da “diyaloga neteweyî” bi pêş bixe. Lê nûnerên tevgera Sedr, civîna diyaloga neteweyî boykot kir.

BEXDA