Berxwedana cotkaran a li dijî qutkirina ceyranê mezin dibe. Leşkerên Tirk bi bombeyên gazê êriş birin ser cotkaran. 

Li devera Çobanderesî ya navçeya Xelîliyê ya ser bi Rihayê, li dijî qutkirina elektrîkê ya bid estê saziya dewleta Tirk DEDAŞ'ê, cotkaran bi traktor û wesayitên xwe rêya bejahî ya Riha-Mêrdînê li çûnûhatinê girt. Cotkar serê sibehê civiyan û wan diyar kir ku ji ber qutkirina elektrîkê berhemên wan ên çandiniyê hişk bûne û ew mexdûr bûne.

Ji ber çalakiya girtina rê li çûnûhatinê, wesayît li dûv hev bûn rêz. Leşkerên Tirk ên dagirker dor li cotkaran girtin. Ji ber ku cotkar ji ya xwe nehatin xwarê, leşkerên dagirker bi bombeyên gazê êriş bir ser wan. Hêzên dewleta dagirker 2 cotkar kirin nezaretê û bi darê zorê cotkar ji hev belav kirin.

Li dijî qutkirina elektrîkê ya bi destê DEDAŞ'ê, beriya niha cotkaran li Sêwereg, Hîlwan û Wêranşarê jî çalakî li dar xistibûn.

RIHA