• Şengalî bi biryardarî xwedî li asayîşa xwe derdikevin.

Çalakiya xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayişa Êzîdxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 39’an de dewam dike. Çalakvan diyar dikin heta daxwazên wan pêkneyên, ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin. Doh di konê berxwedanê de Şengaliyan şehîdên komkujiya Parîsê jî bi bîr anîn.

Çalakiya nobetê bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in” kete roja xwe 39´an. Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dike û pişgiriyê dide çalakiyê.

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Xidir Hemo doh li cihê çalakiyê got, "Çalakiya desdekdayîna asayîşê ji bo hebûna civaka Êzîdî û îrada Êzidiyan giring e. Ji bo me ev çalakî û berxwedana konê rûmetê girîng e. Ji ber ku îrada me diparêze. Ez wek babê şehîd û wek endamê saziya malbatên şehîdan bang dikim, divê Êzîdiyên xwedî rûmet, xwedî li îrada xwe û rûmeta xwe derkevin."

3 jinên şoreşger bi bîr anîn

Tevgera Jinên Êzidî û Jinên Ciwan yên Êzîdî jî li ber derê konê berxwedanê kom bûn û 3 jinên şoreşger Sakîne, Leyla û Fîdan bi bîr anîn.

Li ber derê konê berxwedanê daxuyaniyek hate dayîn. Endama PADÊ Mecîde Dexil daxuyanî xwend, ev tişt hatin gotin; "38 roj in em li ser şopa berxwedana Sakîne Cansiz li ber vî konê rûmetê ji bo Êzîdî bibin xwedî îrade berxwedidin. Heger ku em îro li ber xwe didin, ev mîrasê rêheval Sara ye."

Piştî daxuyaniyê, endama  Meclisa Xweser ya Şengal Hemşê Reşo jî got, “Em bi rêzdarî bejna xwe li hemberî her 3 şehîdên şoreşger ditewînin. Têkoşîna wan wê bibe hêza berxwedana Şengalê. Em ê wek jinên Êzîdî heta dawiyê li pey şopa Heval Sara têkoşîna xwe bidomînin.”

ŞENGAL