Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, ev 54 roj in li hemberî zexta PDK’ê ya lixwekirina cilên bi yek tîpî û kiryarên xerab, di greva birçîbûnê de ne. Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirabtir dibe.

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta lixwekirina cilûbergên bi yek tîpî, di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Rewşa tenduristiya wan her ku diçe xirabtir dibe.

Mazlum Dag di 23’yê Hezîranê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Dag ragihandiye ku her diçe tenduristiya wan xirabtir dibe û gotiye: “Rêveberiya girtîgehê 10 roj in ne li me dipirse ne jî tê cem me. Dibêjin ‘li nexweşxaneyê bijîşk tine ne û derman tine ne.’ Em bi mirinê re rû bi rû hiştine. Abdûrrahman 20 kîlo li xwe kêm kirine. Tenduristiya wî nebaş e.” Dag diyar kiriye ku wî jî 10 kîlo li xwe kêm kirine û nikare zêde biaxive.

NAVENDA NÛÇEYAN