Girtiyê nexweş Bedrî Çakmak (46) rewşa wî giran bû û rakirin nexweşxaneyê. Çakmak gelekî kîlo kêm kiriye û daketiye 35 kîloyan. Tevî ku rapora wî ya dibêje “nikare di girtîgehê de bimîne” nayê berdan. 

Bedrî Çakmak ê li zindana Amedê tîpa D dimîne 11 sal in di zindanê de ye û kansêrî ye. Wekî din hestiyên wî dihelin û di çonka wî de rehên wî dixetimin.

Çakmak li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ye. Kurê Bedrî Çakmak, Osman Çakmak, diyar kir ku parêzeran li ser rapora nexweşxanê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan û daxwaz kirin ku bavê wî bê berdan, lê bavê wî nehat berdan. Çakmak, derbarê rewşa tenduristiya bavê xwe de got: “Nexweşiya pençeşêrê ya mîde bi bavê min re heye. Niha bûye 35 kîlo. Di rewşa heyî de nikare êdî xwarin jî bixwe. Ji bo xwarin bixwe divê bê emeliyatkirin. Lê ji ber ku pir kîlo daye, bijîşk dibêjin emeliyat kirina wî bi rîske.”

MA/AMED