CÛDÎ SÎPAN / ANHA / ŞEHBA
Li Efrînê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên qetilkirin, revandin, destdirêjî, talankirin, ferzkirina xeracê û birîna daran bênavber didomînin. Li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî tevlihevî û şerê navbera çeteyan hema bêje rojane rû didin. Ji vê zêdetir, madeyên hişbir tên çêkirin, bikaranîn û belavkirin.
Têkildarî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin, hiqûqnas û endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo axivî.
Çete xeracê distînin
Şêxo bal bire ser desteserkirina milkan û ferzkirina pereyan û got:"Dagirker revandin, qetilkirin, talankirin û desteserkirina milkan bes nabînin, lê belê bi rêya ferzkirina xeracê welatiyên mane jî tengav dikin."
Şêxo bi bîr xist ku çeteyên "Sultan Suleyman Şah" yên ku bi navê “El Emşat” tên nasîn, bi hinceta ku xelkê dema simaq berhev kirine agahî nedane wan, 40 hezar dolar xerac li 72 kesên gundê Kaxira yê navçeya Mobatayê ferz kirine.
Her wiha destnîşan kir ku zêdetirî 10 welatiyên gundê Hesê (Mîrkan) yê Mabata li beramberî ku li malên xwe bimînin, navbera 500 û hezar dolar dane û got:"Çeteyên dagirker li du 2 malbatên ji gundê Hêkiçê her yekî hezar û 500 dolar ferz kirin, piştre ew ji malên wan derxistin."
Êfrîn kirine navenda hişbirê
Îbrahîm Şêxo bal bire ser şerê çeteyan a ji bo bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir jî û got:"Piraniya kesên ku van karan dikin, artêşa nîştimanî ya sûrî an jî desthilata girêdayî dewleta Tirk a dagirker e. Bi vê yekê Efrîn kirin navenda bikaranîna hişbirê ku di encamê de sûcên li dijî zarokan jî têne kirin û dest avêtine 3 zarokan.''
Penceşêr belav bûye
Şêxo li ser zimanê çavkaniyên xwecih ragihand ku di navbera 200 heta 300 kesî bi nexweşiya penceşêrê ketine, ji sedî 65 jin û zarokan in. Her wiha diyar kir ku dagirker tedawiyê pêşkêşî nexweşên penceşêrê nakin. Şêxo di dewama axaftina xwe de îşaret bi belavbûna nexweşî û afatan li Efrîn û herêmên dagirkirî jî kir û destnîşan kir ku nexweşî ji ber belavbûna qirêjê li kolanan çêdibin û meclisên qaşo xwecih xizmetê nakin, lê karên wan rewakirina sûcên dagirkeran tenê ye.
Hewldan Nezmî Eşref
Şêxo anî ziman ku ava vexwarinê ya bendava Meydankê jî hatiye qutkirin û diyar kir ku dagirkeran li şûna ku berê herikîna ava bendavê bidin Efrînê û navçeyên wê, berê wê daye herêmên dagirkirî û Tirkiyeyê. Li gorî çavkaniyan, li Efrînê ava vexwarinê ji tankeran tê kirrîn. Îbrahîm Şêxo bal bire ser hewldana qetilkirina kesekî ku ji komkujiya Cindirêsê filitîbû jî û got: "Çeteyên Ehrar El Şerqiye yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hewl da Nezmî Eşref Osman ê 19 salî qetil bikin û dirûşmên tolhildana ji malbata ku di şeva Newroza 2023'an de agirê Newrozê pêxistibûn, avêtin." Îbrahîm Şêxo bêdengiya hêzên navneteweyî û hiqûqî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî vê malbatê û tevahî xelkê Efrînê şermezar kir.