Bûne navê jiyan û şerê fedayî

În 15 Mijdar 2024 - 02:45

HPG'ê ji bo bîranîna 3 gerîlayên şehîd bûne got:"Hevrêyên me Xemgîn, Xwînrêj û Rêber li her qada ku lê mane, bûne navê jiyan û şerê fedaî." Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de derbarê gerîlayên şehîd bûne de wiha hate gotin:"Em hevrêyên xwe Xemgîn, Xwînrêj û Rêber ên ku di êrîşa dijmin a 14'ê Mijdara 2019'an a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûne di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Hevrêyên me Xemgîn, Xwînrêj û Rêber, li ber ronakbûna têkoşînê û bi cewhera ku bi pêşengiya partiya me PKK'ê li Kurdistanê bi pêş xistî mezin bûn, di emrê ciwantiyê de rastiya dijmin nas kirin û bi tevlîbûna li nava refên azadiyê re berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gelê me bi cih anîn. Hevrêyên me yên ku ketin ferqa jiyan dema ku bi wate û azad be dibe xwedî nirx, zanin ku ev yek bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo pêkan e û li ser vê esasê xwe bi temamî fedayê têkoşînê kirin. Em di salvegera şehadeta hevrêyên xwe de, wan bi rêzdarî, hezkirin û mînetdarî bibîr tînin û sersaxiyê bi taybetî ji malbatên wan ê hêja re û ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Hevrêyê me Xemgîn li navçeya Colemêrg Geverê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Hevrêyê me Xemgîn di pêvajoya ku hewl dihat dayîn bi destê çeteyên DAÎŞ’ê gelê me bê qirkirin de, biryara tevlîbûna nava refên gerîla da. Bi sekna xwe ya bi îrade ya xurt weke milîtanekî Apoyî cihê xwe di nava dîroka me ya têkoşînê de girt. 

Hevrêyê me Xwînrêj di nava malbateke welatparêz li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji dayîk bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me yê ku berpirsiyariyên xwe yên dîrokî û mîlîtanbûna Apoyî dizanî, bê navber têkoşiya. Bi  kesayeta xwe ya mutewazî û zanedarbûna hevrêtiyê ya kûr têkoşîneke mezin da meşandin.

Hevrêyê me Rêber li bajarê Colemêrgê di nava malbatake serhildêr de jidayîk bû. Di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me ku bi kesayeta xwe ya rûken û fedekar dihat naskirin, dizanî ku jiyana gerîlayan lêgerîneke heqîqetê ye.  Weke şervanekî azadiyê ji bo ku êrîşên dijmin pûç bike kete nava kûrbûnên mezin.’’

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Xemgîn Oremar (Behçet Gurdal), li Colemêrgê jidayîk bûye, 14’ê Mijdara 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Xwînrêj Spêrtî (Mehmet Bozkurt), li Şirnexê jidayîk bûye, 14’ê Mijdara 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Rêber Dize (Adem Çîftçî), li Colemêrgê jidayîk bûye, 14’ê Mijdara 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.