HPG’ê nasnameya du gerîlayên ku 25’ê Tîrmehê li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got: “Artêşa Tirk a dagirker sala 2022’yan êrişê herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê kir. Hêzên me yên bi pêşengtiya YJA Star’ê bi berxwedaneke dîrokî ya bi heybet li dijî êrîşan li ber xwe da. Dagirkeran ku nekarî vîna gerîlayên Azadiyê Kurdistanê bişikînin, ji bo xwe bigihînin armancên xwe yên qirêj, serî li teknîka bi her awayî da lê têk çû û ji herêmê vekişiya. 20’ê Tîrmeha sala 2023’yan, dagirkeran cardin êrişê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kir. Mîlîtanên me yên fedaî yên YJA Star’ê Robîn û Yildiz nehiştin dagirker derbasî Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bibin û di encama êrîşên dagirkeran de şehîd bûn. Hevrêyên bijartî yên xeta fedakarî û fedaîtiyê Robîn û Yildiz ku Bîrdoziya Azadiya Jinê ya Rêber Apo bi pêş ve birin, di jiyana xwe de bi rih û can kirin û li gorî wê jiyan, bûne mînakên şênber ên rastiya jinan ku di xeta PKK’ê û PAJK’ê de xwe ji nû ve afirandiye. Di serî de malbatên hevrêyên yên şehîd, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin, em cardin soz didin ku mîrateya berxwedana dîrokî ya hevrêyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.
Hevrêya me Robîn li Wanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bûye. Sala 2015’an bi her du dotmamên xwe re têv li têkoşîna azadiyê bû. Hevrêya me Robîn, jêhatî, dînamîk, bi moral û fedakar bû, daxwaza xwe ya şer û hêrsa xwe tim zindî dihişt. Di her xebatê de serkeftin ji xwe re dikir armanc tu teredut û rawestin jê re nîn bû. Jiyan û şerkirina wê bi awayekê fedayiyane bû di xeta serkeftinê ya Zîlanan de meşiya. Hevrêya me Robîn, wê bi mîrateya xwe ya têkoşîna ber me her ronî bike û mîrateya wê ya têkoşînê teqez bi serkeftinê bê tacîdarkirin.
Hevrêya me Yildiz li Kobanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên sala 2018’an ên li Efrînê û yên sala 2019’an ku li Serêkaniyê dan destpêkirin, rakir çekê û bi awayekê fedayî şer kir. 15’ê Sibata sala 2019’an tev li nava refên gerîla bû. Sala 2021’ê tev li nava Hêzên Taybet bû. Hevrêya me Yildiz a fedayiya xeta PKK’ê û PAJK’ê, bi têkoşerî û pêşengtiya xwe bû layiqê liyaqê têkoşîna şehîdên me, ruhê serkeftinê yê mîlitaniya YJA Starê di kesayeta xwe de şênber kir.
Nasnameya hevrêyên me yên şehîd, wiha ye:
Robîn Avent (Sîdar Erol), li Wanê jidayîk bûye, 25’ê Tîrmeha 2023’an li Zapê şehîd bû.
Yildiz Şahîn Botan (Ronahî Qarih), li Kobanê jidayîk bûye, 25’ê Tîrmeha 2023’an li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN