Bûne çavkaniya lêgerên azadiyê

Pêncşem 17 Cotmeh 2024 - 03:15

  • Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê 2 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got: Pêşengî ji fikir, têkoşîn, jiyan û afirîneriya bi rengê jinê re kirin û ji jinên ji bo azadiyê li ber xwe didin re bûn çavkaniya sûdwergirtinê.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî 2 gerîlayên jin ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn daxuyaniyek da û wiha got:Hevrêyên me, milîtanên partiya me PKK û PAJK'ê Berfîn Roj û Têkoşîn Dilgeş 30'ê Mijdara 2023'an di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê gihîştin şehadetê. Hevrêyên me Berfîn û Têkoşîn her çiqas ji neçarî dûrî Kurdistanê jiya bin jî dilê wan her tim bi gelê me re û bi têkoşîna gerîla ya bênavber re bû. Ji ber vê yekê hêj di demek zû de beşdarî têkoşîna rizgariya gelê me bûn û berpirsiyariya xwe ya ji bo gelê xwe bi cih anîn. Bi fedakarî û bêdudilî beşdarî têkoşîna gerîla bûn û wek milîtanên PAJK'ê yên dildarên azadiyê li çar aliyên Kurdistanê şer kirin û şerê azadiya jin û gelê me bi awayê herî xurt dan. Hevrêyên me di heman demê de bi hemû hebûna xwe beşdarî îdeolojî û paradîgmaya Rêber Apo bûn û bi pêşengiya têkoşîn, hizirkirin, afirandin û jiyana jinane bûn xwediyê têkoşîneke ku wê ji bo hemû jinên ji bo azadiyê têdikoşin feyzê jê bigirin. Em di serî de ji bo malbatên hêja yên hevrêyên xwe sersaxiyê ji hemû jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Bi tevlîbûna xwe bersiv dan komployê

Hevrêya me Berfîn li nevçeya Şêrwanê ya Sêrtê di nav malbeteke welatparêz de hate dinê. Hevrêya Berfîn dema ku di sala 1999’an de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê me pêk hat, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bersiva herî watedar da hêzên komploger. Hevrêya me Berfîn bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ronî bû û ji bo wezifeya xwe ya şervaniyê bi cih bîne hem li qada civakî hem jî di qada leşkerî de kedeke mezin da. Hevrêya me ji bo ku fikrên Rêber Apo bigihêje hemû gelê me, bi taybet li Başûrê Kurdistanê û li gelek qadên din ên Kurdistanê weke hewarî û qasidê jiyana azad têkoşiya û bi nêzîkbûna xwe ya gelhez, xwezayî, durist û jidil karî di dilê gelek kesan de cih bigire. 

Hevrêya me Têkoşîn wek zaroka malbateke Mêrdînî li Amedê jidayîk bû. Hevrêya me Têkoşîn di 9’ê Cotmeha 1998’an de ku roja destpêkirina Komploya Navneteweyî tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Têkoşîn bi kesayeta xwe ya pirreng û bi fedakariya xwe ya têkoşînê tê naskirin, di nava yekîneyên YJA Starê de li cihê ku pêwîstî pê heye li wir cih girt û erkên xwe yên şoreşgerî bi awayekî herî baş bi cih anî, di nava xebatên tenduristî, perwerdehî û civakî de cih girt. Bi hezkirin, coş, moral û daxwaza serketinê ya mezin nêzî her karî çi mezin be çi biçûk be, serkeftinê ji xwe re kiribû armanc. Hevrêya me Têkoşîn xwe li ser afirandina kesayeta serketinê di nava xwe de esas girt, ji bo ku kûrahiya ku jiyabû bixe pratîkê, ji bilî serkeftinê ti vebijarkek din qebûl nekir. Hevrêya me Têkoşîn ji roja ku ketiye nava têkoşînê heta ku gihîşt şehadetê her tim dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan û Rêber Apo re parast, li pey xwe mîraseke dewlemend a têkoşînê hişt."

Agahiyên der barê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Berfîn Roj (Caîze Selber), li Sêrtê jidayîk bûye, 30’ê Mijdara 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Têkoşîn Dilgeş (Şîrvan Ulaş), li Amedê jidayîk bûye, 30’ê Mijdara 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.