Bûne bîrdariya têkneçûnê ya APO’yî
Çarşem 18 Hezîran 2025 - 03:45
- HPG-NRÇ'ê şehîdên Zapê bi hurmet û minet bi bîr anî û got:"Hevrêyên me tevlîbûna bi rengê fedaî weke mifteya serketina têkoşînê dîtin û di nava şert û mercên herî giran de ji têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê me tawîz nedan."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-NRÇ) a li ser şehadeta gerîlayên li Zapê bi vî rengî ye:"Em hevrêyên xwe Rojerya, Bager, Dîren û Rêber ên di 12’yê Gulana 2017’an de li Zapê tevlî karwanê şehîdan bûne bi rêzdarî bi bîr tînin. Hevrêyên me yên hêja ên ku di pêvajoyeke ku dewleta Tirk bi dijwarî êrîşên xwe yên tasfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û çewisandina gelê me domand de tevlî refên PKK’ê bûne, bûne bîrdariya têkneçûyînê ya milîtaniya Apoyî ya xwedî ruhê azadiyê. Bi hêvrêtiya xwe ya xurt, sadetiya di şêwayê jiyana Apoyî de û israra xwe ya derblêxistina dijmin cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girtin. Bi xwebexşandineke ku dilsoziya ji gelê me, azadî û şehîdan re ji her tiştî girîngtir, li ber xwe dan û li dîroka gelê me ya azadiyê destanên berxwedanê yên nejibîr zêde kirin. Em diyar dikin ku em ê layiqî bîranîna hevrêyên xwe yên fedaî yên Apoyî bibin û li hemberî bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd em ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soza xwe nû dikin ku em ê armancên şehîdên xwe pêk bînin û têkoşîna azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin.
Bûne sembola wêrekiyê
Hevrêya me Rojerya li bajarê Wanê di nava malbateke Serhedî ya bi welatparêziya xwe tê naskirin de jidayîk bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Rojerya ya ku di çalakiyên li hemberî dijmin ên girîng de cihê xwe girt, bi îdîa û biryardariyeke mezin li hemû deran mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi cih anî. Hevrêya me ya ku bi sekna xwe ya zelal a di xeta PKK-PJAK’ê de weke milîtaneke azad û wêrek ya YJA Starê navê xwe di dîroka têkoşîna me da da nivîsandin, di 12’yê Gulana 2017’an de li Zapê di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê nemiran bû.
Hevrêyê me Bager li navçeya Qoser a Mêrdînê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2012’yan de tevlî nava refên gerîla bû. Bi hevrêtiyê xwe ya ji dil û can di jiyanê de û bi jêhatîbûna xwe ya pêşeng di pratîka şer de alîkariya hevrêyên xwe kir. Hevrê Bager, ku li herêma Zapê di gelek xebatan de cih girt û tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe kir, bi şêwaza xwe ya Apoyî bû xwediyê pratîkek serketî. Di pêvajoya ku li dijî dewleta Tirk a qirker şerekî dijwar dihat meşandin de, hevrêyê me şêwazek fedaî bo xwe esas girt û erkên xwe yên demê bi cih anî. Bi beşdarbûna bi hemû hêza xwe di berxwedanê de bû sembola îradeya parastina destkeftiyên me.
Hevrêyê me Dîren li navçeya Ebax a Wanê ku bajarê qedîm ê Serhedê ye û gelek fedaî jê derketine jidayîk bû. Hevrêyê me ku bi kesayetiya xwe ya dilnizm û jêhatîbûna xwe ya di warê leşkerî de dihat naskirin, di her xebatê de erkên xwe bi awayekî serketî bi cih anî. Hevrêyê me Dîren ê ku berpirsyariyên xwe bi layiqî bi cih anî û baweriya hevrêyên xwe qezenc kir, bû yek ji gerîlayên qehreman û nehişt ku dijmin bigihêje armancên xwe.
Hevrêyê me Dîren ê ku her kêliya jiyanê alîkarî da hevrêyên xwe û lêgerîna heqîqetê kûr kir, wê bi wêrekî, sekn, tevlîbûn û şehadeta xwe her tim rê nîşanî me bide.
Hevrêyê me Rêber Cîlo li Mersînê weke endamekî malbatê yê bi eslê xwe ji Colemêrgî jidayîk bû. Di sala 2010’an de tevî ku zarok bû jî hate girtin. Hevrêyê me, ku 2 salan di zindanê de ma. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me yê ku li ser xeta Apoyî xwe gihand asteke xurt, bi hêz û perspektîfa ku ji perwerdeyê wergirtiye, careke din vegerî ser erka xwe. Hevrêyê me Rêber ê ku li dijî êrîşên dijmin ên li ser herêma Zapê bi rengekî xurt tevlî çalakiyan bû, bi wêrekî û kesayetiya xwe ya peyaner re erkên xwe yên şoreşgerî bi cih anî."
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd de bi vî rengî ne:
Rojerya Şînda (Narîn Temîzer), li Wanê jidayîk bûye, 12’ê Gulana 2017’an li Zapê şehîd bû.
Bager Bagok (Ramazan Tûgûç), li Mêrdînê jidayîk bûye, 12’ê Gulana 2017’an li Zapê şehîd bû.
Dîren Çaldiran (Rahmî Tûnaç), li Wanê jidayîk bûye, 12’ê Gulana 2017’an li Zapê şehîd bû.
Rêber Cîlo (Bayram Yorgûn), li Mêrsînê jidayîk bûye, 12’ê Gulana 2017’an li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN