Bûn pêşengên berxwedanê

Sêşem 6 Hezîran 2023 - 13:56

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne daxuyaniyek da û wiha got;

"20'ê Cotmeha 2022'an li qada Kirê Halacê ya Gilîdaxê, hêzên me bersiv dan tevgera dijmin û di encamê de şerekî giran di navbera hêzên me yên li qadê û artêşa Tirk a dagirker de qewimî. Di vî şerî de hêzên me çalakiyên xurt kirin, 4 caran li dijî dijmin sabotaj kirin û herî kêm 4 dagirker ceza kirin, yek jî bi giranî birîndar kirin. Di vî şerî de hevrêyên me Canda û Mazlûm ku bi wêrekiyeke mezin şer kirin û derbên giran li dijmin xistin, şehîd bûn. Hevrêyên me Canda û Mazlûm weke rengê şênber ê îradeya Apoyî li dijî teknîk û êrîşa dijmin bi gavekê jî ji berxwedanê venegeriyan, derbên giran li dijmin xistin û bûn pêşengên berxwedana me ya li Bakurê Kurdistanê.

Herdu hevrêyên me bi hişmendiya neteweyî ya bilind û hestên welatparêziyê ji Rojava û Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dan Bakurê Kurdistanê. Bi wêrekiya xwe û dilsoziya bi armanca xwe ya azadiyê bûn milîtanên mînak ên Apoyî. Di serî de malbatên hêja yên ku milîtanên bi vî rengî yên fedaî tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me kirine, bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî jî xelkê Rojava, Rojhilatê Kurdistanê sax be.

Hevrêya me Canda li Tirbespiyê il nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe, ji ber ku hîn di salên 90'î de xwe nêzî tevgera me kir, hevrêya me Canda jî ji zarokatiyê ve partiya me PKK nas kir. Dema ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava destpê kir, biryar da tevlî nava hêzên azadiyê yên Rojava bibe. Bi serketinên xwe yên li eniya şer ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak û weke şervaneke jin bi rola pêşengiyê rabû. Li gorî soza ku dabû Şehîd Warşîn û Şehîd Zîlan berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Di demekê de ku dijmin li gelek deveran êrîşî gelê me dikir, çav berdabû destketiyan û siyaseta qirkirinê dimeşand, weke gerîlayeke YJA Starê bi rola pêşengiyê rabû. Bi durustiya xwe ya hevrêtiyê, biryardariya xwe ya li ser têkoşînê û dilsoziya xwe ya bi xeta jin a azad û Rêbertî re li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê û wê her tim pêşengiyê ji me re bike.

Hevrêyê me Mazlûm li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke me ya hêja û welatparêz ji dayik bû. Di sala 2015'an de li Serhedê tevlî nava refên gerîla bû. Bi wêrekî, çalakbûn û bêteredûtiya xwe bû gerîlayekî pispor û milîtanekî fedayî yê Rêber Apo. Ji bo têkbirina êrîşên di çarçoveya 'Plana têkbirinê' de ya li hemberî tevgera me dihatin kirin, gelekî hewl da. Li dijî tevgera artêşa Tirk derbên giran li dijmin xist. Şehadeta hevrêyê me Mazlûm bandoreke giran li me kir û baweriya me ya bi serketinê jî xurtir kir." 

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne;

Canda Çiya (Jiyan Abdullah), li Tirbespiyê jidayîk bûye, 20’ê Cotmeha 2022’an li Serhedê şehîd bû.

Mazlûm Rojhilat (Solad Direxşanî), li Makuyê jidayîk bûye, 20’ê Cotmeha 2022’an li Serhedê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.