Bûn parêzvanên xeta APO’yî

Şemî 24 Sibat 2024 - 00:32

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 4 gerîlayên ku li Avaşînê şehîd bûne bibîranî û derbarê wan de ev agahî parve kirin:’’Di êrîşên ku piştî çalakiyên bi bandor ên di 11'ê Tebaxa 2018'an de li herêma Avaşîn li dijî artêşa Tirk hat pêkanîn de, fermandarê me yê hêja hevrê Egîd Zaza û hevrêyên bi wî re Agir, Serhed û Xeyrî gihîştin şehadetê. Hevrêyê me Egîd ku bi kesayeta xwe ya çalak hemû astengiyên dijmin derbas kir û ji zindanên dijmin reviya û xwe gihand çiyayên Kurdistanê, bû fermandarekî pêşeng û li ser şopa Kemal Pîr bi ruhê fedayî yê Apoyî têkoşiya. Hevrêyên me Agir, Serhed û Xeyrî jî ji kêliya ku tevlî nava refên têkoşînê bûn heta gihîştin şehadetê, bi tevlîbûna xwe ya bêhesab û bêdudilî bûn ciwanên Kurd ên bi rûmet ku felsefeya Apoyî naskirin û kirin bingeha jiyana xwe. Em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd re dixwazin û careke din soza xwe nû dikin ku em ê têkoşînên ku hevrêyên me yên şehîd dewrî me kirine bi hişmendî û berpirsyariya layiqî wan bi serketinê tacîdar bikin.

Hevrêyê me Egîd li Çewlikê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2003'yan de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me di sala 2009'an de dema ku tevî hevrêyên xwe derbasî Stenbolê bû û amadekariya çalakî li dijî dewleta Tirk a qirker kir ji aliyê dijmin ve dîl hat girtin. Hevrêyê me Egîd tevî komek hevrêyên xwe ji zindana Çewlîkê reviyan. Ji ber amadekariyên têrker ên li derve nebû, careke din ket destê dijmin. Piştre jî li zindana Amedê ku sembola berxwedana dîrokiye hat ragirtin. Hevrêyê me, ji nû ve bi ruhekî bêhempa dest bi xebatê kir û di 5'ê Adara 2016'an de tevî hevrêyên xwe careke din ji zindana dijmin reviyan û berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Egîd ê ku zindanên dijmin jî nekarî wî rawestîne, dixwest serkeftinên nû li meşa xwe ya lehengiyê zêde bike û li ser vê bingehê di dema mayîna xwe ya li Avaşînê de bû xwedî pratîkeke serkeftî. 

Hevrêyê me Agir Umut li bajarê Tirkiye Burdurê weke zarokê malbateke ji eşîra Jîrkî ya welatparêz jidayîk bû. Di sala 2015’an de derbasî Şengalê bû û tevlî nava gerîla bû.

Hevrêyê me Agir ku bi wêrekî, afirînerî û serketinên xwe yên di van çalakiyan de baweriya hevrêyên xwe bi dest xist, ji wê demê û pêve êdî bûbû milîtanekî ku hemû hevrêyên wî dixwazin pê re biçin çalakiyê û têkoşînê bimeşînin.  

Hevrêyê me Serhed li Sûra Amedê di malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2015’an de ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Bi tevlîbûna xwe ya sade û rast û bi sekna xwe ya biisrar a di çalakiyan de tesîreke xurt li hemû  hevalên xwe dike. Hevrêyê me Serhed tu caran serkeftinên xwe yên di çalakiyên de têr nedît û tim hewl dida ku xwe  di qadên îdeolojî û leşkerî de pêş bixe. Hevrêyê me Serhed tim hewl da ku ji hêviyên hevalên xwe re bibe bersiv.  

Hevrêyê me Xeyrî li navçeya Westan a Wanê, di nava malbateke welatparêz de jidayîk dibe. Di sala 2015’an de ji bajarê Wanê tevlî refên gerîla bû. Hevrêyê me tu caran dîlgirtina fizîkî ya Rêber Apo qebûl nekir û  misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji xwe re kir tekane armanc û xeyal. Hevrêyê me Xeyrî  tevahiya têkoşîna xwe li ser vî hîmî ava kir û girêdayî vê yekê tim dixwest derbên giran li dijmin bixe. 

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Egîd Zaza (Osman Kiliç), li Çewligê jidayîk bûye, 11’ê Tebaxa 2018’an li Avaşînê şehîd bû.

Agir Umut Jîrkî (Îslam Ozdemîr), li Burdurê jidayîk bûye, 11’ê Tebaxa 2018’an li Avaşînê şehîd bû.

Serhed Partîzan (Abdurrahman Yaşa), li Amedê jidayîk bûye, 11’ê Tebaxa 2018’an li Avaşînê şehîd bû. 

Xeyrî Azad (Dogan Yuzguleç), li Wanê jidayîk bûye, 11’ê Tebaxa 2018’an li Avaşînê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.