Bûn nimûneya sekna jina azad
Duşem 7 Tîrmeh 2025 - 03:55
- Navenda Ragihandinê ya YRK’ê nasnameya 3 gerîlayên HPJ’ê eşkere kir û got:“Bûn nimûneya sekna jina azad û mohra xwe li dîroka mirovahiyê dan.”
Navenda Ragihandinê ya YRK’ê nasnameya 3 gerîlayên HPJ’ê eşkere kir. Navenda Ragihandinê ya YRK’ê derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kirin:“Di 3’yê Tîrmeha 2024’an de dema ku hevrêya me Ararat Bawer li gel hevrêya xwe Stêra Sîser û Tara Hewram li herêma Asos li ser erka xwe ya şoreşgerî bûn, gihiştin asta şehadetê. Bi taybet di şexsê jina ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatiye avakirin de, bi sedan emsal di her şert û mercî de, her tim li ber xwe dane û bûne mînaka jiyana bedew a ku ji tevahiya mirovahiyê re îro pêşengtî dike. Mîna her demê hevrêya me Ararat Bawer, Stêra Sîser û Tara Tolhildan jî bi tevlîbûn û seknên xwe careke din dane diyar kirin ku ew jî nimûneyên heqîqeta xeta jina azad a ku ji mirovahiyê re pêşengtî kiriye. Bûn nimûneya hevrêtiya rasteqîn a bi Rêber Apo re. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin û dubare soz didin ku xeyalên wan bigihînin serketinê.
Milîtaniya APO’yî temsîl kirin
Hevrêya me Ararat Bawer li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê çavê xwe li jiyanê vedike. Di sala 2015’an de ji Bakurê Kurdistanê derdikeve û berê xwe dide warê şoreşê, Rojavayê Kurdistanê. Ji ber qabîliyeta xwe ya pêşketinê di demek kurt de karî bibe fermandara yekîneyek gerîla. Her tim bi sekn û beşdarbûna xwe ya sade amade bû her karê şoreşê bi cih bîne.
Hevrêya me Stêra Sîser li bajarê Helebê çavê xwe li dinyayê vedike. Di sala 2015’an de biryara beşdarbûnê dide. Demeke dirêj li Rojava di nava kar û xebatên şoreşê de dimîne. Lê belê her tim lêgerîna wê ew e ku rojekê berê xwe bide qadên azadiyê û li wan qadan mîna jinekê Rêber Apo nas bike. Di sala 2020’an de ew derfet jê re çêdibe ku berê xwe bide wargehên azadiyê. Hevreya me Stêra Sîser bi mitewazîbûn û sekna xwe ya ku her tim hevaltiyeke mezin jiyan kir bi fedekartiya ku dida raberkirin ji hevreyên xwe re bû nimûne.
Hevrêya me Tara Hewram li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê çavê xwe li dinyayê vedike. Di sala 2021’an de berê xwe dide nava refên gerîla. Di kesayeta xwe de milîtaniya Apoyî ava kiribû. Bi lêpirsîna xwe ya ji nebesiyên xwe re aliyên xwe yên kêm didît û ji bo çareserkirina wan her tim diket nava hewldaneke bê hempa. Pîvanên azadiyê ya jinê ji xwe re dikir pîvanên bingehîn a kesayeta xwe û bi wî rengî tevlîbûn dida raberkirin.” Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne, bi vî rengî ne:
Ararat Bawer (Nehar Avci), li Mûşê jidayîk bûye, 3’ê Tîrmeha 2024’an li Asos şehîd bû.
Stêra Sîser (Sevda Kosen), li Helebê jidayîk bûye, 3’ê Tîrmeha 2024’an li Asos şehîd bû.
Tara Hewram (Kejan Muyzî), li Sine jidayîk bûye, 3’ê Tîrmha 2024’an li Asos şehîd bû.
BEHDÎNAN