Bûn milîtanên PKK û PAJK’ê yên mînak

Çarşem 8 Mijdar 2023 - 00:03

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir û got: "Hevrêyên me Koçerîn, Botan, Rênas û Şevger bi sekn û tevlîbûna xwe, bi daxwaza xwe ya têkoşînê bûn milîtanên PKK û PAJK'ê yên mînak."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn daxuyaniyek da û wiha got:"15 û 17’ê Îlona 2023’an di êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, hevrêyên me Koçerîn, Botan, Rênas û Şevger şehîd bûn. Zarokên bi wêrek ên gelê Kurd milîtanên hêja hevrêyên me Koçerîn, Botan, Rênas û Şevger ku berxwedêrî kirine kesayeta xwe, bi îdîa û biryardariyeke mezin tevlî têkoşîna azadiyê bûn. Hevrêyên me Koçerîn, Botan, Rênas û Şevger ku ji derveyî serkeftinê tiştek din qebûl nakin, bi sekin, nêzîkatiyên xwe yên bêyî teredut û xwesteka têkoşînê bûn mîlîtanên mînak ên PKK û PAJK’ê.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe nû dikin ku bîranînên hevrêyên xwe di têkoşîna xwe de bidin jiyandin.

Hevrêya me Koçerîn li Şirnexê di nava malbateke koçer de ji dayik bû. Sala 2013’an ji herêma Feraşînê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me weke gerîlayeke YJA Starê ya xwedî tecrubeyên jiyanî û şer, di her alî de alîkarî dida hevrêyên xwe û di vî warî de wezîfeya xwe ya hevrêtiyê bêkêmasî bi cih anî.

Bi hevrêtiya xwe ya samîmî, dilê xwe yê paqij, kesayeta xwe ya bi îrade û bi moral hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. 

Hevrêyê me Botan li Şirnexê di nava malbateke ji eşîra Goyî ya welatparêz de, hatiye dinê. Sala 2015’an derbasî Rojava bû û beşdarî hêzên berxwedanê bû. Hevrêyê me yê ku difikirî ku gelên herêmê bi taybetî gelê Kurd bêyî têkoşîneke dîrokî ya li dijî dewleta Tirk, wê nikaribin bigihêjin azadiya xwe, biryar da ku berê xwe bide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava gerîla bû. Hevrêyê me yê ku her tim xwe deyndarê rastiya Rêbertî û şehîdan hîs kir û armanca xwe ya herî mezin misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me diyar kir, ji bo vê armancê bi dest bixe ked û hewldaneke mezin da. 

Hevrêyê me Rênas di malbateke welatparêz de li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bû. sala 2018’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Rênas ku xwedî kesayetek jîr, kedkar û dilnizim bû, bi saya van taybetiyan bû milîtanekî hêja ku ji aliyê hevalên xwe ve dihat hezkirin û rêzgirtin. Hevrêyê me yê ku ji bo layiqî hevrêyên xwe be her tim zêdetir ked da; Bi tevlîbûn, sekna xwe ya jiyanê û asta îdiaya xwe bû Apoyîyek bi mînak. 

Hevrêyê me Şevger li navçeya Erxenî ya Amedê di malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me yê ku ji hevrêyên xwe yên di berxwedana destanî ya li Metîna, Zap û Avaşînê de şehîd bibûn pir bandor bû, ji bo tola wan hilîne li her qada ku lê, bi cesareteke mezin têkoşiya û şer kir. Bi vê taybetmendiya xwe bû milîtanekî ku hevalên wî ji xwe re mînak bigirin. Hevrêyê me Şevger ku 17 'ê Îlona 2023'an di êrîşa dijmin de şehîd bû, wê her tim bi dilnizmî, gihîştîbûna xwe, kedkarî û dilsoziya xwe ya kûr a ji hevrêyên xwe re were bîranîn.”

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Koçerîn Rojîn (Sabahat Guneş), li Şirnexê jidayîk bûye, 15’ê Îlona 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Botan Cûdî (Omer Kulter), li Şirnexê jidayîk bûye, 15’ê Îlona 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Rênas Sason (Muhammer Ezneb), li Makuyê jidayîk bûye, 15’ê Îlona 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Şevger Amed (Îbrahîm Halîl Yeşîldenîz), li Amedê jidayîk bûye, 17’ê Îlona2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.