Bûn manîfestoya jiyan û têkoşînê

Duşem 13 Mijdar 2023 - 00:20

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê derbarê 2 gerîlayên ku di 23’ê Mijdara 2021’an de li Garzanê şehîd bûne ev agahî dan:“Weke Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê di vê pêvajoya ku em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe û azadiya gelê xwe şerê herî dijwar dimeşînin de, em şahidiya şehadeta hevrêyên xwe yên pir giranbuha dikin û vê weke berdêla azadiyê dibînin. Di vê pêvajoya ku em weke Tevgera Azadiya Jinê berpirsyariya pêşengtiya têkoşîna xwe digirin ser milê xwe, fermandarên me yên YJA Starê fermandariya bi dehan gerîlayên jin ên fedayî dikin û bi van hevrêyên xwe re li eniyên pêş şer dikin. Em weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê hevrêyên xwe Baharîn Dêrsim û Mizgîn Boran ên ku di 23’ê Mijdara 2021’an de li Garzanê di vî şerê fedayî de şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê di serî ji malbatên hevrêyên me Şêxo û Guçlu û ji tevahî gelê Kurdistanê re dixwazin.

Hevrêya me Baharîn ji Efrînê bû çavên xwe li Helebê li dinyayê vekir. Di sala 2000'an de tevlî nava refên PKK'ê bû. Hevrêya me Baharîn ku weke jineke Efrînî piraniya jiyana xwe ya gerîla li Bakurê Kurdistanê derbas kir, bû fermandareke fedayî.

Hevrê Baharîn piştî ku ezmûn û zanebûneke mezin bi dest xist, di sala 2019’an de berê xwe da Xerzanê, cih û warên Rindêxan, Hozan Mizgîn û Arjîn Garzan û li wir weke Fermandara YJA Starê ya Eyaleta Garzanê peywir girt. Li vir ji bo ku nasnameya jina azad, rêgezên PAJK’ê û şervaniya YJA Starê ya jêhatî li her qadê belav bike kedeke mezin da. Di heman demê de hemû gerîlayên HPG û YJA Starê bi xwe re perwerde kir, mil bi mil bi hevrêyên xwe yên ku heman xeyalê parve dikir di çeperan de şer kir û di 21’ê Mijdara 2023’an de li van çeperan bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Hevrê Mizgîn Boran li navçeya Haymana ya Enqereyê ji dayik bû. Di sala 2010’an de  dema li zanîngeha Enqerê beşa felsefeyê xwend tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû.

Hevrê Mizgîn dema ku dijmin her cure konsepta îmha û qirkirinê pêk dianî û di rojên herî dijwar de weke fermandara jin li ser rêgez û mîrasa Arjîn Mizgînan şer kir. Hevrêya me Mizgîn Boran, yek ji fermandarên me yên YJA Starê bû, ku heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kir û di 23’ê Mijdara 2021’an de şehîd bû. 

Hevrê Baharîn û Mizgîn ên ku di nava salên têkoşînê de ji fedakariyê dûr neketin û bi awayekî bêhempa beşdar bûn, bûn îfadeyên şênber ên milîtaniya PAJK û PKK'ê. Em van hevrêyên fedayî di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, em soza xwe nû dikin ku em ê bibin hilgirê ruhê têkoşînê û weke gerîlayên YJA Starê teqez em ê tola hemû fermandar û hevrêyên şehîd hilînin."

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd de wiha ne:

Baharîn Dêrsim (Leyla Şêxo), li Helebê jidayîk bûye, 23’ê Mijdara 2021’an li Xerzanê şehîd bû.

Mizgîn Boran (Emel Guçlu), li Enqerê jidayîk bûye, 23’ê Mijdara 2021’an li Xerzanê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.